17 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ji aliyê balafirên şer yên rûsî devereke niştecîbûna koçberan li bajarokê "Has" li başûrê Idlib hat bombebarankirin, û têde 14 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nav de 4 zarok, du jinên ku yek ji wan ducanî bû, û bêtir ji 30 kesên din birîndar bûn, û xwedanên birînên giran di nav wan de hene.

Parastina Sivîl ya Sûrî ev komkujî bi "tirsnak" binav kir, û şehîbûna du zarokên din li bajarên "Erîha" û bajarokê "Al-Gudfa" dokument kir, û bi vê yekê hejmara qurbaniyan gihişt 16 şehîd û 52 birîndaran.

Parastina Sivîl got ku duh li roja înê 22 xal li deşta Idlibê hatin topbarankirin, û hejmara êrîşan gihişt 93 êrîşan, di nav de 38 êrîş rûsî bûn, û herweha 37 bermîlên teqîner hatin avêtin, û 577 roket û mûşek, ji wan 300 roket li ser gundê "Rikaya Sinca", û 140 rokêtên din bi ser bajarokê "Kefirsicna" de hatin barandin.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê piştrast kir ku bi sedema tawan û binpêkirinên kampanya leşkerî ya tund ya rejîma Esed û hêzên Rusya li deşta ldlib û Hemayê, pêwîstî bi çalakiyek navnetewî ya bihêz û bi biryar heye, ji bo neçarkirina aliyên hêrîşkar li ser agirbestê û rawestandina bombebaranê û vekişîna ji wan xalên nû yên xistine di bin kontrola xwe de.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya herî dawîn de, piştrast kiribû ku rejîm û hevalbendên xwe li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê tawanên mezin pêk anîne, û bal kişand ku di meha borî de 433 sivîl, 119 zarok, 64 jin, 5 karmendên bijîjkî, 2 kadirên medya û 3 kadroyên berevaniya sivîl hatine kuştin, û bal kişand ku hejmara qurbaniyên li welat zêde bû, piştî destpêkirina kampanyaya leşkerî ya ji meha nîsana borî ve.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Saturday, 17 August 2019