19 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, bêdengiya Civaka navdewletî li ser kuştarên ko bi destê rêjîmê û Rûsya çêdibin pirotesto kir. û matmayîna xwe anî ziman li ser ku çawa Encûmena ewlehiyê di vê rewşa aloz de rûniştina xwe ya mehane derbarê Sûriyê bidûr xist.

Di kongirê rojnamevanî de evro duşembê bo axaftina li ser rewşa siyasî û meydanî çêbû û bi taybetî li ser rewşa mirovî ya li Idlibê pêk tê. Mûsa di destpêka kongir de got: Kongir ji bo şandina nameyan ji civaka navdewletî re û pirotestokirina tewanên li pêş çavê civaka navdewletî dibin e, û got ko civaka navdewletî “pûç bûye”.

Û matbûna xwe aşkere kir li ser ko çawa di vê rewşa aloz de Encûmena ewlehiyê rûniştina xwe bidûr xist, ku ev ji miletê Sûrî re diyar dike ko civaka navdewletî guhdanê li rewşa Sûriyê nake û dewlet ji berpirsiyariyên xwe direvin

Bal kêşand ser ko operasiyona leşkerî ya tund ya ko rêjîm dide ser Idlib û gundewarê Hema hêj berdewam e’’bi piştgiriya rasterast ji Rûsya û Îran û bi piştgiriyeke ne rasterast ji yên ko vê komkujiyê dibîne û bêdeng e. ‘’

Her weha tekez kir ko herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê xweragiriyeke efsaneyî diyar dikin, û destnîşan kir ko bêtir ji 4 milyon sivîl hene, û çend hezar şoreşger berevaniya wan dikin, li himber yek ji mezintrirîn hêzên leşkerî di cîhanê de, ko nexweşxane û tirimbêlên hawarhatinê û tîmên bersivdanê - berevaniya sivîl ya Sûrî- û bazarên gelî amanc dikin.

Diyar kir ku bi sedehezaran ji destpêka operasiyonê ji nîvê nîsana bûrî derbider bûne, piraniya wan li çolan in bê çi pêdiviyên jiyanê, û bê alîkariya mirovî di Roja Cîhanî ya Karê Mirovî de.

Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser hevkariyê bi hemû hêzên şoreşgerî û aliyên Sûrî û hemû alayên bi Hevbendiyê re kar dikin kir, û got ku Idlib û gundewarê Hema yê bakur û hemû herêmên rizgarkirî ji pêşindeyên me ne, û şoreş berdewam e.

Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî hevdîtinên xwe digel Tirkiyê û yekîtiya Ewropî û Emrîka û dewletên Erebî li ser rewşa Idlibê û gundewarê Hema berdewam dike, û destnîşan kir ko ew giraniyê ji bêtir salekê ve didin parastina herêmên rizgarkirî ên pêşwaziya koçberên ji tevaya Sûriyê kirine.

Û tekezî kir li ser ku “ bêkarbûna dewletan em gihandin vê rewşê”. Û bal kişand ser ku di dema vê helmeta leşkerî ya ji hêla rijêmê û hevalbendên wê ve, wê ne pêkan be sivîl li vê deverê bimînin, eger ev helmet berdewam be, di deverekê de ku rojbiroj dorpêş lê teng dibe.

Û Mûsa di kongirê rojnamevanî de dît ku rewşa bakurê Sûriyê hewcedarî helwestin mêranetir û mirovîtir û xurtir û zelaltir e, ji hêla ew kesên navê “ dostên gelê Sûriyê li xwe kirine”.

Û berdewam kir û got: “ Bi mukurhatina Rûsya. Rijêma esed li ber ketinê bû, eger Rûsya dijminkariya xwe ya yekser li dijî gelê Sûriyê pêkneanîba”, û her weha got ku “ divê îro em tevaya eniyên em karibin li her dera em lê hene vekin, li ser hemî astan, çi medyayî an siyasî anjî li sivîl û leşkerî be”.

Û Mûsa tekez kir ku “şoreş bi hêz û serhişkiya gelê Sûriyê sax e”, û got ku ev saxbûn diyar e “ di karê ew kesên dil û malên xwe ji koçber û penaberên sivîl ên bakur re vekirine de, ên ku hemî karînên xwe kirinine ji bo sivîkkirina barê xuşk û birayên xwe yên Sûrî”.

Û bal kişand ser ku “ îro tevaya hêzên şoreşa me armanckirî ne, ne tenê li Idlibê”, û daxwaza hevkariyê kir, û got ku “ hêza me di yekbûna me de ye, divê em pev re kar bikin di şerê xwe yê bingehîn de, dijî rijêmê û hevalbendên wê, û her kesê ku ji bercewendiyên wê re, çi rasterast be an ne rasterast be, kar dike”.

Û bal kişand ser dosya girtiyan, û got ku “faylê girtî û bêserûşûn û wendayan yek ji pêşindeyên me yên sereke ye, û divê em kesûkarên wan ên dixweazin wan bibînin ji bîr nekin, bi kêmanî naskirina çarenûsa wan. Silav û rêz bo her kesê di riwê vê rijêma tewankar de derdikeve û şer ji bo gelê Sûriyê û kêşa wî dike”.

Û rêzgirtina xwe diyar kir ji sivîlan re ên ku wan dibîne “ hembêzgeha rastyeqîn ji şoreşê re”, û got ku “ ew bûn ên ku rahiştin barê bêkêriya civaka navdewletî û hîn jî radihêjnê”, û got ku ew rênimaya karê me ne. û armanca me ya sereke ew e, em barê wan sivik bikin, û bi taybetî ewên li Idlibê û gundewarê Hema yê bakur”.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

 

19 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Abda, civînek awarte lidar xist, ji bo gotûbêjkirina rewşa metirsîdar ya li ser qadê û tawanên şer ên li dijî sivîlan li gundewarên Idlib û Hemayê têne pêkanîn.

Civîn bi rêya toreke televizyonî ya girtî hate lidarxistin, bi beşdariya endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî, tevî hejmarek ji wezîrên hikûmeta demî û encumenên xwecihî û çalakvanên mafên mirovan.

Wezîrê saxlemiya hikûmeta demî Dr. Firas al-Cindî, yê ji Mi'ret al-Ni'hman a tûşî topbaraneke tund û berdewam dibe, behsa rewşa meydanî û tenduristî û rewşa mirovahî kir, û xuya kir ku hejmara qurbaniyan zêde bûye ji ber topbarana bêserûber ya bi piranî li ser deverên sivîlan û avahîyên bijîşkî û xizmetgozariyê dibe, ya dawî bûye sedema pêleke koçberoya girseyî.

Herwiha Cindî rewşa zehmet ya li nexweşxaneya Niştimanî li Mi'ret al-Ni'hman û nexweşxaneyên din eşkere kir, û da zanîn ku dîtir ew nikarin pêşwaziya birîndarên rewşa wan metirsîdar e bikin, ji ber gulebarana giran a bi mebest.

Cîgirê wezîrê rêveberiya xwecihî birêz Ehmed Qesum, behsa trajediya koçberiyê û rewşa sivîlên derbider kir, yên ku bi neçarî ji ber oparesyonên wêraniya sîstematîk û mercên dijwar reviyane, û bal kişand li ser nebûna derfetên bicîkirina wan yan jî pêşkêşkirina pêdawîstiyên mirovî ji wan re, û daxwaza ragihandina rewşa awarte ji saziyên navdewletî yên mafên mirovan kir, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji wan re.

Li ser asta meydanî, sertîp Ednan Al-Ehmed, pêdaçûneke berfireh li ser bûyerên şer li gelek deveran pêşkêş kir, û behsa êrîşên rejîmê yên bi piştgiriya dagirkariya Rûsya ji destpêka operasiyonên leşkerî yên berfireh de kir, ji bo neçarkirina xelkê li ser koçbebûnê, heta bigehêje hewldanên kontrolkirina hejmarek ji bajar û xakên stratejî li deşta bakur-rojavayê Hemayê, û kontrolkirina du rêkên lezçûn yên di navbera Heleb - Latakia û Şamê de, û dabînkirina balafirgeha Hmêmîm di demekê de ku rejîm hewl dide gelek deverên rizgarkirî bêxe di bin kontrola xwe de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Monday, 19 August 2019