07 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çend civîn ligel nûnerên revenda Sûrî li bajarên Tirkiyê Mersin û Hatay lidar xistin, û bi wan re rewşa penaber û niştecîhên li Tirkiyê herweha giringiya komkirina hemû penaberên Sûrî di bin banê ofîsên revendê û beşdarbûna wan di biryar de gotûbêj kirin.

Kordînatorê Ofîsê, birêz Mohamed Yihya Mektebî, bal kişand li ser girîngiya peywendiyên berdewam di navbera Hevbendiya Niştimanî û hemû revendên Sûrî de, û bal kişand li ser giringiya mezin ya revenda sûrî li her cihekî li cîhanê û got: "Dê roleke wê ya giring hebe ji niha û pê de".

Mektebî da zanîn ku dê roleke giring ya van ofîsan hebe di mijarên civakî û çandî de, nemaze di komkirina revenda sûrî di bin banê van ofîsan de, û tekez kir ku divê bibin banekî herî berfireh ji bo komkirina hemû Sûriyan.

Di civînê de behsa hevdîtina herî dawîn ya di navbera serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Abda û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleiman Soyilo de û encamên wê hat kirin, nemaze avakirina Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî ji bo şopandina karûbarên penaberan û çareserkirina pirsgirêkên hemû Sûriyên li Tirkiyê.

Mektebî tekez kir ku dewleta Tirkiyê siyasetên xwe bi Sûryanî re neguhartine, û bal kişand ku Komîteya hevbeş ya Sûrî-Tirk, niha hemû daxwaz û dozên Sûriyan werdigire, ji bo gotûbêjkirina wan û peydakirina çareseriyên baş.

Mektebî li hin pirsgirêkên Sûriyan û pêşniyar û dîtinên wan guhdarî kir, û soz da ku wan bigehîne komîteya hevbeş û aliyên tirk, û gotûbêj li ser wan bibe ji bo dîtina baştirîn çareyê ji her dozekê re.

Herweha pêşkeftinên siyasî yên dawîn yên dosya Sûrî, û avakirina Komîteya Destûrî hatin gengeşekirin, û wî tekez kir ku rejîma Esed berdewam e li ser astengîkirina hewldanên navdewletî yên ji bo çalakkirina proseya siyasî.

Wî da zanîn ku berdewambûna rêjîmê û hevalbendên wê ji bo têkbirina vê dosyayê, dakokiya wan eşkere dike li ser hewildanên ferzkirina çareseriyek siyasî ji derveyî çarçoveya çareseriyên navdewletî, û ya bi tevahî pale dide ser yekalîkirina leşkerî ya xwîndar, weke oparesyonên herî dawî li Idlib û gundewarên Hemayê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

07 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîteya Bilind a Hecê beşdarî di civînên salane yên teknîkî de kir, ya Wezareta Hec û Umrê ya Siûdiyê li dar dixe, bi amadebûna tevahiya şandên cîhana Erebî û Islamî li Mekê, di çarçoveya amadekariyên hevbeş ji bo “Sekna Erefê”, û cîbcîkirina rêûresmên din li cihên din yên pîroz.

Wekîlê Wezareta karûbarê Hec û Umrê ya Siûdiyê Dr. Hisên Bin Nasir El-Şerîf, di axaftinekê de li pêşiya tevahiya şand û berpirsên xizmetguzariyên meydanî, tekez kir ku selameta hecacên mala xwedê ji karên wan yê sereke ye, û got "Me ev hevdîtin pêk aniye da wan şandên Erebî û Islamî bi planên cîbicîkirinê yên dabînkirina heciyan agahdar bikin, û ji were bibêjin ku selameta heciyan ji karên sereke ye yê Şahneşîna Erebî ya Siûdî".

Û weha berdewam kir:" Girimgiyeke taybet a Rêvebirina karûbarê heciyan heye, û pêwîstiya vê yekê bi temamkirina kar ligel tevahiya rêveberiyên taybet û aliyên berpirs bi hevkariya ligel Wezareta Hec û Umrê heye ", û destnîşan kir ku îsal guhdana bêhtir bi avakirina li ser erêniyên sala derbasbûyî ye, û dê "kar ji bo nehiştina şaşiyên berê bibe".

Herwiha Komîteya Hecê ya Bilind a Sûrî, du civîn li Mekê encam dan, têde serokê grûpên Heca Sûrî herwiha tevahiya endamên şanda olî û zanayên olî li hev civandin.

Komîteyê di civîna xwe de tekezî li ser giringiya pabendbûna temam bi yasayên Şahnişîna Siûdî kir, herwiha bi cîbicîkirina tedbîrên ku Wezareta Hec û Umrê û Dezgeha Sivîl ya tewafê ya sala 1440 Koçî danîne, û bi taybetî di dema Recmê û hikişîna çiyayê Erefê û vegera ji Erefê.

Rêveberê Heca Sûriyê Samir Birêqdar tekez kir ku pabendbûn bi plana daraştî dema "hilkişîn û lihevcivandin û birêkirina heciyan ji aliyê Wezareta Hec û Umereya Siûdiyê; mercekî sereke ye ji bo serkeftina Heca Sûrî ya îsal", û em tevahiya piransîpên wezaretê cîbicî dikin û armanca me ya sereke jê ew e selameta heciyên Sûriyê ye."

Rêveberê Heca Sûriyê daxwaz ji serokên girûpên heca Sûriyê kir ku pabend bin bi yasa û tedbîrên Komîteya Bilind a Hecê ya Sûrî û Wezareta Hec û Umereya Siûdiyê , di dema rêzkirina heciyan û vegera ji Erefê û heta cihê heciyên Sûriyê li Meşera Mîna û cihê Recmê, bi armanca "pêkanîna werzekî Hecê yê serkeftî li gor hemû piransêpan" li gor axaftina wî.

Karwanên heciyên Sûriyê roja yekşema derbasbûyî gihiştin Erebistana Siûdî, û hejmara wan îsal gihiştiye 22500 heciyên ku ji tevahiya deverên Sûriyê hatine.

Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Wednesday, 07 August 2019