14 May 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberia Sûrî de, civîneke gengeşiyê di riya enternêtê re li ser qonaxa tê li Sûriyê û guhartina çavrêkirî, bi beşdariya Balyozê Holendî yê berê li rex rikberiya Sûriyê Nîkolas Vandam lidar xist.

Û di xeleka ku bi rêvebiriya berpirsê Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk, Ehmed Remedan, lidar ketî, hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî, û pispor û lêkolînerên siysî û sitratîcîk beşdar bûn.

Û xelek di bin navê "Sûriya û guhartinên ku dibe lê bibin li gorî siyasetên navdewletî" bû, tê de Balyozê Holendî li ser rewşa rêjîma jihevketî û nakokiyên malbatî yên ku gihîştine asta herî bilind di dema dawî de axifî, û tekez kir ku rêjîm di pêkanîna tewanan de dermafê gelê Sûriyê berdewam e bêyî ku kes li hember domandina wê di desaletê de bisekine.

Û bal kişand ser rola Rûsiya û Îranê di beşdariya rjêjîmê di tewanên dermafê gelê Sûriyê bûne, û parastina wan ji rêjîmê re di Encûmana Ewlehî de û nehêlana wan ku çi biryar dijî rêjîmê û sizedana wê derkevin, û diyar kir ku wan herdû dewletan destên xwe danîne ser hemû navend û avahi û dezgehên welat, û biryarên rêjîmê di destê wan de ne.

Û di axaftina xwe de behsa rewşa navdewletî û daxwaza guhartina li Sûriyê û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û rawestandina tewanên cengê û serbestberdana girtiyan kir, her weha li ser girîngiya rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya ku berpisyariya rêjîmê di ber sê êrîşên li ser bajarê Elletamnê li gundewarê Hema yê nîşankirine û li ser yasaya qeyser axivî.

Û cext kir ku şiyana çareya siyasî ji çend salan de hebû, lê nerazîbûna rêjîmê ew piroses rawestand, û tekez kir ku çareya siyasî di riya Netewên Yekbûyî re û cîbicîbûna Biryarên Navdewletî di pêşî de biryara 2254, ew rêça bitenê ye jibo bidawîkirina nakokîyan li Sûriyê, û seknandina xwîna ku ji 9 salan ve tête rijandin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Thursday, 14 May 2020