Duh li roja duşemê, bi dehan sivîl li bajarê Idlib derketin xwepêşandaneke girseyî li dijî dagîrkirina bajarê “Xanşîxon” ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya ve, piştî operasyonên berfireh li ser bajêr, ku beşek mezin ji bajêr hatiye wêrankirin, û xwenîşanderan daxwaza derketina wan hêzan bi awayekî bilez û vegera li peymana Idlibê kirin.
Hejmara xwepêşanderan, gihişt zêdetir ji 150 kesî, û têde pankartên hilweşandina rêjîmê bilind kirin, û daxwaza dadgehkirina berpirsyarên tawanên şer li Sûriyê kirin, digel vê yekê tekez kirin ku rejîma Esed yekem berpirs e di ber tawanên şer de li Sûriyê, û li ser hin pankartan hatibû nivîsandin: “Ti alternatîfek ji rûxandina rêjîmê re nîne ” û “Tawankar lêborînê ji bo mirovên bêguneh li Sûriyê derdixe “.
Xwepêşanderan tekez kirin ku ew xwedanê axê yên rastî ne, û tekezî li ser mafê niştecîhan yê vegera li cih û malên xwe kirin, û rûxandina binesaziyê ji hêla rejîmê û dizîya malê welatiyan piştî koçberkirina xwedên wan şermezar kirin.
Bajarê Xanşîxon tûşî her cûreyê bombebaranê bi gelek cûreyên çekan bû, di nav de çekên qedexe li ser asata navdewletî, û bajar rastî gelek komkujiyan hat, nemaze komkujiya kîmyayî ya 4ê nîsana 2017, ku di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin, bi piranî zarok û jin bûn, hevdem ku kampanyaya vê dawiyê ya rêjîmê û Rûsya bû sedema koçberkirina xelkê wî û birîndarbûna bi dehan ji wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî