Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Oqab Yihya, tekez kir ku hewleke navdewletî ya xuya heye ji bo livandina proseya siyasî ya rawestandî bi sedema serhişkiya rejîmê û redkirina wê ji cîbicîkirina biryarên navdewletî re, û got ku destpêkirina karê Komîteya Destûrî tiştek girîng e, lê tenê têra bicîhkirina naveroka wan biryaran nake.
Yihya îro di daxuyaniyên taybet de da zanîn ku tişta herî sereke parastina sivîlan û rawestandina topbarana li ser deverên niştecî û dezgehên girêdayî jiyana wan ya rojane ye, tevî nexweşxane, bazar û dibistanan, û got ku tişta din ew e ku divê alîkariyên mirovî ji derbider û koçberan re bilez bêne pêşkêşkirin, da jiyana bi sedhezaran kesên derbider ên di nav zeviyên zeytûnan de bête rizgarkirin.
Wî bal kişand ku erêkirina gelê Sûrî li ser ti destkeftiyek siyasî nabe; bêyî baweriya wan bi proseya siyasî bi tevahî, û got: ” Ev çend sal in em di pêvajoyek siyasî ya aloz de ne, rejîmê hêj pabendî bi ti qonaxê nekiriye, ji ber vê yekê em daxwaza cîbicîkirina bendên mirovî yên di biryara 2254 de dikin, hevdem digel destpêkirina karê Komîteya destûrî”.
Wî diyar kir ku gotinên Serokê Rûsî dûrî destpêkirina pêvajoyek siyasî ya rasteqîn in, lê ew dakokiyê li ser dubarekirina çîroka terorîzmê dike bi armanca piştgiriyê bide stratejiya xwe ya ji bo mana rêjîma Esed, tevî ku hemû raportên navdewletî diyar dikin ku bombebaran ne li ser çeperên leşkerî ne bi qasî li ser navendên sivîlan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî