Bajar û gundewarê Idlibê ji duh sêşemê de rastî topbaraneke miştûmir tên, ji hêla rêjîma Esed û Rûsya ve, herweha bêtirî 35 herêman hatin topbarankirin, têde 27 sivîl bûn qurbanî û bi dehan kes birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok in.
Û alavên ragihandinê ên xwecehî, tekez kirin ku piraniya bombebarana balefirên rêjîmê û Rûsîya li ser komelgehên welatiyan li gund û bajar û bajarokên Idibê bû, û destnîşan kirin ku derketina balefiran li ser asîmanê parêzgehê gihîşte 111 caran, û tê de 400 êrîş pêk anîn.
Herweha balefirên rêjîmê bi bermîlên teqîner nexwşxana Elşehîd Miyser Elhemdo ya li bajarokê Elgedfe li başûrê Idlibê amanc kirin, di encamê de nexweşxane wêran bû, û bi temamî ji xizmetkariya welatiyan derket.
Û balefirên rêjêmê û Rûsiya bi bermîlên teqîner êrîşî sê mizgeftan kirin,wek mizgefta Elrihman li bajarokê Elgedfe li başûrî Idlibê, û mizgefte biçûk li gundê Mareşmarîn û mizgeftek li gundê Elheble ya ku bi topbarankirinê wêran bû.
Tê zanîn ku helmeta asîmanî ya miştûmir ji hêla rêjîma Esed û sponserên wî li ser Idlib û navçeyên wê, bû sedema tevgereke derbiderbûna nû ya piraniya welatiyên deverên ku di herdu rojên dawî de rastî bombebaranan hatine, û çalakvanan anî ziman ku balefirên rijêmê û Rûsiya karwanên derbideran arman kirine, di encama êrîşan de hin sivîl bûne qurbanî û hin jî birîndar bûne.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê