Encumena Pîran a Amerîkî biryar li ser yasaya Qeyser ya parastina sivîlên Sûriyê da, piştî pingavên wek wê ji hêla Encumena Nûneran, ku li gor vê yasayê dê rijêma Esed tuşî sizayin yasayî û aborî yên bêhempa bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de dît ku pesendkirina vê yasayê “derfetek e jibo derxistina civaka navdewletî ji rewşa wê ya bêlebat”, û daxwaza kar ji bo yekkirina tevaya karînên pêwîst kir, ji bo bicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254.
Û herweha got ku“tevlî pirderengmana bicîkirina karên têkilî biryardana van yasayên sizayan, lê derketina biryarê wateyek xwe ya mezin di vê demê de”, û bal kişand ku ev yasa ji ber rawestandina Rûsan a berdewam ji karê Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî re, di riya bikaranîna gelek caran mafê redkirinê VETO re, ji bo parastina rijêmê û vêxistina glopa kesk jê re da her tiştê dixwaze bike.
Û her weha hevbendiyê got ku giring e, tekezî bibe li srer ku hokarê sereke yê tiştê li Sûriyê dibe, ta gihaye vê radeya xerab, rijêma Esed û piştgirên wê ne, û her kesê berdewam e di dana pereyan û çekan û milîsan de, anjî sîwana siyasî ya pêwîst jê re dabîn dike.
Hevbendî hêviyên xwe anîn ziman ku ev yasa bi rengekî jidil were bicîkirin, da hemû kesên gunehkar û berpirs di ber kuştin û koçberkirin û işkencekirina gelê Sûriyuê de armanc bike, û nehêle ti ziyan derheqê gelê Sûriyê bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî