Komelgeha Perwerdeyê li Idlibê biryara rawestandina hînkirinê li 278 dibistanên bi ser wê ve li parêzgeha Idlibê ji îro şemiyê de derxist, bi sedema domandina helmeta leşkerî ji hêla rêjîma Esed û siponserê wê yê Rûsî ve.
Û rêvebirê komelgeha perwerdeyê li bajarê Idlibê, Ebdellh Elebsî, ji Ajansa Smart ya xwecihî re eşkere kir, ku wan dewam li 278 dibistanan li bajêr û deverên pêve girêdayî rawestandin, yên ku nêzî 160 hezar xwendekarên xort û keç lê hene, her weha heya 3 rojan, ji îro şemiyê de ta 10ê sibata 2020 dê berdewam bike.
Û Elebsî tekez kir ku biryara rawestandina dewamê ji ber tevgera derbideriya berfureh û berdewamiya helmeta leşkerî ya rêjîmê û hevalkarên wê hate sitandin, her weha bi sedema rewşa ewlehî li deverê, û bicîbûna derbideran di dibistanan de, û bal kişan ku dibe ev muhlet li gor rewşa ewlehî ya awarte nû bibe.
Tê zanîn ku berî demekê herdû zanîngehên “Heleb a Azad” û “Idlibê” du caran biryara bidûrxistina ezmûna beşê yekê ji salê ta du hefteyan dabûn, bi sedema tevgera derbideriyê û rewşa awarte ya ku deverên azad tê re derbas dibin.
Her weha gundewarê Idlibê rastî êrîşeke leşkerî ya bejî ji hêla rêjîmê û milîsên Iranî û bi piştgiriya Rûsî ya asîmanî tê, û ew helmeta hovane di 20 kanûna paşîn 2019 gurtir bû, û bû sedema kuştin û birîndarbûna bisedan û derbiderbûna bisedhezaran kes.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî