Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, yê ku ji emîndarê giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û hevrêzkarê Ofîsa Têkiliyên derve Ebdulehed Stêfo pêk dihat, hevdîtinek li gel balyoz, Franswa Sînîmo, şanderê serokê Ferensayê yê taybet bo Sûriyê pêk anî, û rewşa xeternak ya Idlibê û giringiya agirbestê û parastina sivîlan gengeşe kirin.
Ew kar wek beşekî ye ji helmeteke navdewletî ya ku Hevbendiya niştimanî pê radibe, di riya şandina hejmarek ji şandeyan bo paytextên Ewropî û Waşintonê û baregeha Netewên Yekbûyî li New Yourkê, bi armanca ku bihêlin civaka navdewletî kar ji bo rawestandina dijminkariya ku Rûsiya û Rijêma Esed dijî Idlib û gundewarê Helebê pêktînin.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî şiroveyek derbarê rewşa mirovahî ya dijwar a ku sivîl tê de dijîn, ji encama tewanên rijêmê û Rûsiya li Idlib û gundewarê Helebê pêk tînin, pêşkêş kir, û diyar kirin ku bisedan kes ji sedema bimbebaranê şehîd ketin, û herweha bidehan birîndar hene di bin metirsiya mirinê de ne, ji ber bombebarana avahiyên pizîşkî li deverê.
Û şanderê serokê ferensî yê taybet bo Sûriyê, tekez kir ku tiştê li Idlibê dibe şermeke mezin e, û bal kişand ser ku hikûmeta welatê wî di tevaya civînên navdewletî de daxwaza rawestandina yekser ji operasyonên leşkerî re û cîbicîkirina agirbesteke rastyeqîn û parastina sivîlan û pirtirkirina alîriyên mirovahî dike.
Û tekezî li ser pişgiriya Ferensa ji hevbendiya Niştimanî û doza gelê Sûriyê re kir, û got ku ti pirosesa siyasî ya rastyeqîn tune ye, bêyî hebûna opozisyoneke bihêz.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku çar milyon sivîl li deverê hene, di bin gefa mirinê de ne, eger bêkêriya civaka navdewletî hember komelkujiya ku rijêma Esed û Rûsiya pêk tînin berdewam bike, herweha got : “ Kesê bi bombebaranê nemirî, dê ji ber sermayê û kêmbûna guhdan û çaraseriya pizîşkî bimire”.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza karên bê merc û şert û yekser bo çareserkirina kirîza mirovahî li bakurê rojavayê Sûriyê kir, û bi taybetî li parêzgeha Idlibê, di riya dabînkirina alîkarirên mirovahî ji bo misogerkirina hewcedariyên sereke û lezgîn, nemaze yên têkildar bi bicîbûn û xwarin û fêrkirin û xizmetkariyên tenduristî.
Û tekezî li ser rawestandina yekser ji hemî karên leşkerî re û şermezarkirina binpêkirinên ku rijêm û piştgirên wê dijî sivîlên Sûriyê li seranserî xaka welêt pêk tînin , û danîna sînorkî jê re kir.
Û daxwaza piştgiriya karên ji bo parastina sivîlan kir, ji bo diyarkirina niyazên pak , da prosesa siyasî dest pê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî