Giropa Kar bo Filestînîyên Sûriyê, aşkere kir ku wê girtina 98 penaberên filestînî ji xelkê Kampa Nêreb ya bi ser Helebê ve, di dema navbera azara 2011 ta duh yekşembê 9 sibatê, belge kirine.
Û Giropê di rapora xwe de got ku wê kariye 182 qurbanîyan ji nişteciyên Kampa Nêreb ya filestîniyan li Helebê belge bike, û bal kişand ku dibe ku jimar ji vê pirtir be, her weha wê kuştina hinek ji xelkê wê kampê di zîndanên rêjîmê de ji ber îşkenceyê tomar kir.
Û Giropa kar di raporeke xew de, ya di 21 heyva borî derketî de, got ku wê 248 penaberên filestînî ji nişteciyên Kampa Xan Elşîh li gundewarê şamê belge kiribû, di nav de xort û jin û zarok û pîremêrên bêserûşûn di zîndanên rêjîmê de.
Û raporên rêxistinên mafnasî, balê dikşînin ku ta niha 1781 girtîyên filestînî di zîndanên rêjîma Sûrî de hene, di nav wan de 108 keç û jin in.
Her weha şaxên ewlehî yên rêjîma Esed hîn di veşartina çarenûsa girtiyên filestînî de berdewam in, û nav û cihê ku ew lê girtî ne diyar nakin, û ti agahiyan derbarê girtiyên di zîndanên wê de nade, û ew kiryar dihêle ku zanebûna çarenûsa wan girtiyan nepêkan be, ji bilî hinek agahiyên ku ji kesên hatine berdan tên wegirtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî