Duh duşembê 18 sivîl bûne qurbanî û bêtir ji 30 kesên din birîndaer bûne, ji encama êrîşên asîmanî yên balefirên rêjîma Esed û siponserê wê yê Rûsî, û armanckirina gundewarê herdû parêzgehên Heleb û Idlibê.
Û Berevaniya Sivîl tekez kir ku 17 sivîl şehîd ketine, û bêtir ji 30 kesên din hatin birîndarkirin, ji ber bombebarana asîmanî ji hêla balefirên rêjîmê û Rûsiya ve, duh duşembê, 9 kes jê li bajarokê Kefer Noran in, û 3 li bajarokê Elşêx Elî, 2 li derdorî gundê Orom Elkubra, 3 li bajarê Eletarib, ji encama êrîşên esmanî yên bişev.
Her weha yek li gundewarê Idlibê şehîd ket, û 13 kes jî jiber bombebarana balefirên cengê û helikopitrên rêjîmê hatin birîndarkirin, di êrîşên li dijî 4 deverên Idlibê û gundewarê wê bi mûşekên topavêja zemînî.
Û Berevaniya Sivîl anî ziman ku malbatek penaber ji mêrekî û jinekê û 2 zarokan pêk tê, li gulistanekê li bajarê Cisir Elşixor, birîndar bûn, ji encama bombebarana mûşekên rêjîmê ya ji xala xwe ya li baregeha Şorîn ya bi ser Hemayê ve.
Û bombebaranê gelek bajarok û gundewar armanc kirin, wek Eletarêb, Kefir Hemra, Kefer Noran, Ohk Elesel, El şêx Elî, Elkesîbîyê, Kefir Heleb, Til Misêbîn, Kefer Naha, Elbewabiyê, Raşdîna çarê û Fabrîka Endomî li gundewarê Helebê, her weha li gundewarê Idlibê bajarê Cisir Elşixor û herdû bajarokên Bidama û Elhenboşiyê û bajarokê Sermîn hatin armankirin.
Tê zanîn ku êrîşa leşkerî ya bejiyayî ji hêla rêjîm û milîsên Iranî bi piştgiriya balefirên Rûsî, li ser gundewarê Idlib û Helebê hîn berdewam e, û helmeta leşkerî ya hovane di 20 kanûna pêşîn 2019 gurtir bû, û bû sedema kuştin û birînarbûna bi sedan sivîl û derbidebûna bisedhezaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî