Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Anas al-Abdah, îro yadnameyek qanûnî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres re şand, têde tekez kir ku “têkçûna berdewam a civaka navdewletî di rizgarkirina gelê Sûrî ji karesata herî mezin a mirovahî ya ku di cîhanê de tê xuyangkirin piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, dê bibe sedema şikestina baweriya hikûmet û gelan bi saziyên navneteweyî “.
Elabda destnîşan kir ku ev “dê bandorê li pêvajoya siyasî û paşeroja aştiyê li Sûriye û deverê bike, û aştî û ewlehiya navdewletî têxe metirsiyê”, û amaje kir ku “bombebarana balefiran û êrîşa bejahî ya Rûsya bi rejîma Esed re li ser Idlib û gundewarê Helebê, binpêkirinek berbiçav e, ji lihevkirinên kêmkirina şer re, û sivkatiyek bi biryarên navneteweyî ye.
Û Elebde aşkera kir ku “gelê Sûrî rastî trajediya mirovî ya herî xirab li cîhanê di sedsala bîst û yekemîn de tê, û bi gurkirina êrişên rejîmê û alîgirên wê di mehên borî de li ser Idlibê, êş xirabtir bûye, û pêlên derbiderbûnê piştî dagîrkirina Meeret Elnuhman û Seraqib û deverên dîtir zêdetir bûne,” û got ku “tenê di 2 mehên borî de, zêdetir ji 700,000 mirovî ber bi sînorê Tirkiyê de çûne, 80% ji wan jin û zarok in, di heman demê de zêdetir ji 60 saziyên bijîşkî di şeş mehên borî de hatine armanckirin.
Di peyama xwe de ji Sekreterê Giştî re, Al-Abdah tekez kir ku ev rewş “gelek berpirsyariyan tavlje ser mile Encûmena Ewlekarî û Neteweyên Yekbûyî , û wê hewcedarî awayên cûrbecûr dike ji bo dabînkirina rizgarkirina sivîlan li Sûriyê, û parastina baweriya bi Neteweyên Yekbûyî”, û daxwaza “ragihandina gavên guncav” kir, wek “mecbûrkirina rêjîmê û alîgirên li ser pabendbûna bi biryarên navdewletî, û dadgehkirina tewanbaran û dabînkirina ruhanebûna wan ji sizayê. “
Serokê Hevbendiyê peyama xwe wiha bi dawî kir: “Êdî dem hatiye ji bo Neteweyên Yekbûyî erkên xwe bicî bîne, bi pêkanîna stratejiyên lezgîn, ên nû û bibandor, ên gelê Sûrî biparêzin, û sazûmanên navneteweyî reform bikin, û baweriya pê vegerînin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî