Balyoza Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî, Karen Pearce, piştrast kir ku Rûsya bi riya kiryarên xwe li Sûrîyê “nemana mirovahîyê diyar dike”, di heman dema ku Brîtanya gazî rejîma Esed û Rûsya kir jibo bidawîkirina qeyrana mirovahî li Idlibê.
Û Pearce di hevpeyvînekê de bi Sky News re, got ku Rûsya û rejima Esed “guh nadin buhayên ku sûrî didin, û divê ew êrişên bêserûber û nemirovahî yên ku sivîlên bêguneh dikujin rawestînin.”
Û Pearce kiryarên rûsiya ên bikaranîna vetoyê bi şêweyek xerab di Civata Ewlekarîyê de rexne kirin, û got: ” Rûsiya Beşar Esed yê ku êrîşan dibe ser gelê xwe diparêze” û da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî şiroveyek mirovahî ya tirsnak li ser qeyrana niha ya derbideran li bakur rojavayê sûriyê pêşkêş kir.
Û ji aliyê xwe ve Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, duh daxwaza agirbestê li parêzgeha Idlib kir, û tekez kir ku divê êrşên dijî mirovan yekser rawestin, û Guteres ji rojnamevanan re got ku zêdetir ji 900 hezar sivîl, pêtirî wan jin in, ji bakurê Sûriyê derbider bûne, ji ber ku Rûsiya û hêzên rêjîma Esed û milîsên Iranî yên mezhebî di êrîşên xwe de berdewam in.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de tekez kir, ku Rûsiya rola tawenbarê rasteqîn li Sûriyê dilîze, û dît ku Rûsiya aliyekî sereke ye di kêşeya Sûriyê de, û dengdana wê di vê nakokiyê de ne yasayî ye, li gor mada 27 ya destûra Neteweyên Yekbûyî, ya ku mafê dengdanê nade dewletên destê wan di aloziyan de hebin.
jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî