Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî serdana Cinêv dike, da beşdariyê di gera 43yemîn a Encumana Mafê Mirovan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve bike, ya ku sibeha roja Duşemê destpê kiriye, da ku tewanên Rûsiya û rêjîma Esed û bi taybet li parêzgeha Idlib û gundwarên Helebê û oparasyona wan a leşkerî ji wê gerê şirove bikin .
Şanda Hevbendiyê bi serokatiya cîgira serokê Hevbendiyê, Dîma Mûsa, û her yek ji endamê desteya siyasî û hevrêzkarê kar û barê girtiyan, Yasir Elferha, û endamê desteya giştî neqîb Hesen hac Elî pêktê.
Şanda Hevbendiyê dê beşdarî karên wê xulê û sîmînaran bibe, û wê hin dîdar û hevdîtinan bikin da ku tewanên Rûsiya û rêjîma Sûriyê ji kesên beşdar re şirove bikin, û nerînên wan li ser van tewana zelal bikin, û bi taybet armanckirina wan ji dibistan û nexweşxane û bazar û malên sivîlan re ,û ziyanên mezin ku ji ber wê oparasyonê encam dane û bi taybet reşa penaberan.
Di heman hevdîtinan de wê şanda Hevbendiyê derbarê bi karanîna rêjîma Sûriyê ji alîkariyên ku Netewên Yekbûyî pêşkêş dike re, bo bercewendiyên xwe yê leşkerî û wê raboran pêşkêş bike, û wê şanda Hevbendiyê dozê bike ku Netewên Yekbûyî mîkanîzman derbarê serbestberdana girtiyên siyasî deyne.
jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî