Çalakvanin meydanî diyar kirin ku tevgera derbiderbûn û koçberkirina xelkê ji gund û deverên wan hîn nehatiye rawestandin, ji ber domandina helmeta leşkerî ya ku bi serkêşiya Rûsiya û hêzên rêjîma Esed û milîsên Iranî dijî Idlib û gundewarê Helebê dibe.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di riya daxwiyaniyeke xwe re îro duşembê, tekez kir ku hejmara derbideran ji heyva çirya paşîn 2019an ta 23 sibata 2020an herdem berve zêdebûnê de ye.
Û tîma Bersivdanê zelal kir ku hejmara malbetên ku derbider bûne gihîştî 177078an, û hejmara tevayayî gihîştî 1009346an, û daxwiyaniyê bal kişand ku hejmara gênc û mêran gihîştî 214962an û hejmara keç û jinan gihîştî 249243an, herweha hejmara zarokan gihîşt 545141 zarokî.
Û rêxistinê anî ziman ku hejmara derbider û koçberên bi kotekî gihîştiye 844763, û hejmara kesên di hundir kampan de derbider bûne 1022216 kes e, û bal kişand ku bêtir ji 3 melyon kes li bakurê rojavayê Sûriyê hewcedarî alîkariyên mirovahî ne.
Tê zanîn ku devereke berfireh ji gundewarên herdû parîzgehên Heleb û Idlibê, rastî helmeteke leşkerî ya mezin ji aliyê balefirên dagirkerê Rûsî û hêzên rêjîma Esed tên, ya ku bû sedema şehîdkirina bidehan sivîl û koçberkirina bisedan hezar ji gund û bajarokên wan, herweha bû sedema wêrankirina bidehan avahiyên jîndariyê û mal û bazar û dibistan û mizgeft û avahiyên bijîşkî.
jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî