Rêxistina Peyamnêrên Bê Sîmor, duh, hişyarî da ji metirsiyên ku rojnemevan di dema helmetên leşkerî de rastî wan tên, û rêxistinê daxwza parastina wan bi her şêweyê pêkan kir, piştî kuştina du rojnemevanên Sûrî û birîndarbûna bidehan ji ancama êrîşên hêzên rêjîma Esed û Rûsiya li ser gundewarê Idlib û Helebê.
Û rêxistinê diyar kir ku di 20ê vê heyvê de welatiyê rojnemevan yê bi navê Ebil Nasir Hac Hemdan, yê ku wek wênegirê ofîsa ragîhandinê li Biniş kar dike hat kuştin, herweha di dema êrîşên rêjîmê û Rûsiya li ser Meerit Elne`isan li bakurî parêzgeha Idlibê, û di 4ê vê heyvê de welatiyê rojnemevan yê bi navê Emced Ektalatî li Erîha başûrê parêzgeha Idlibê hat kuştin.
Û berpirsê ofîsa rojhilata navîn ya rêxistina Peyaminêrên Bê Sînor, Sabrîn Elnewî, got ku rojnemevanên xwecihî berî herkesî di pefçûnan de dibin qurbanî, û got ku ne ji wan be em nikarin bigihêjin agahiyan, çimkê rojnemevanên biyanî pir kêm dikevin deverên ku şer lê diqewimin.
Herweha berî demekê Sentera Sûrî ya Azadîya rojnemevaniyê ya girêdayî Komîteya Rojnemevanên Sûrî, di rapora xwe de ya ku di 20ê heyva Sebata 2020an de belav kiriye, tekez kir ku 97 binpêkirinên nû dermafê ragihandinê li sûriyê di sala borî de çêbûne.
Û Belgeya herî berbiçav ji hêla Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnemevaniyê di sala borî 2019an de, kuştina 10 rojnemevanan li ser destê rêjîma Esed bû, herweha hejmara rojnemevanan yên ku Senterê belge kiribûn ji sala 2011 de gihîştî 455 rojnemevanan, di nav de 314 li ser destê hêzên rêjîmê û şaxên ewlekariyê hatibûn kuştin.
Tê zanîn ku rêxistina Peyaminêrên Bê Sênor di raporê de anîbû ziman, ku Sûriya hîn di pilyea172 ji 180 dewletî de ye, li gor xiştekara cîhanî ya azadiya rojnemevaniyê, ew rapora ku rêxistinê di sala borî de weşandibû.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî