Careke din hêzên rêjîma Esed vegriyan armanckirina Der’ayê, landika şoreşa Sûriyê, û di dema bîranîna şoreşê de hêzên rêjîmê duh çarşembê bi topxane û mûşekan gundewarê Der’ayê armanc kirin, û ew êrîş bû sedema ku 8 kes bûn qurbanî, zarok jî di nav wan de hebûn, û birîndarbûna hejmarek welatî.
Û çalakvavan got ku hejmara şehîdan li bajarokê Cilîn ê rojavayî Der’ayî, gihîşte 8 kesan, 3 zarok di nav wan de hene, ji ber bombebarana bi topxane û mûşekan ji aliyî hêzên rêjîma Esed ve duh ber êvara çarşembê.
Û çalakvanin xwecihî navê 5 kesên ku bûne qurbanî belge kirin, ew jî ev in: Elî Hesen Mihemed, Fadî Mosa Elcîzawî, Nîzar Mihemed Elxalid, Tarêq Mihemed Umran, lê negihîştin ti agahiya derbarê navê zarokan ta vê katê.
Û çalakvanan bal kişand ku bombebarana rêjîmê piştî rûbirûbûnekê di navbera hêzên şoreşger û yên rêjîma Esed de rû da, piştî hewlên hêzên rêjîmê ku xaleke kontirolkirinê ya leşkerî li derdorî bajarok çêbikin.
Û operasyonên kuştinê yên ji aliyê kesin nedar ve li parêzgeha Der’ayê çêdibin, tê de şervanin berê di Artêşa Azad de bûn armanc kirin, herweha hinek gênc û hin karmendên berê di Encûmanên Xwecihî de, di dema ku çalakvan gumanê dibin ser rêjîma Esed ku ew li paş van kuştninan be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî