Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bangek ji dunyayê re derbarê bandora “Korona” li ser Sûriyan û nemaze girtiyên di zindanên Esed de belav kir, di dema ku rijêma Esed berdewam e di mandelkirin û redkirina hebûna çi nexweşekî bi virosa Korona li Sûriyê ta niha.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî got ku metirsiya belavbûna virosa Korona ne tenê li nav sivîlên deverên di bin kontrola rijêmê de ye, lê belê metirsî pir mezin e di nav girtiyên di zindanên rijêmê de yên xeleka herî lawaz in
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku wêneyên Qeyser nimûneyinin piçûk in ji rewşa berdewam a di girtîgehan de ji kêmanî ji sala 2012an de, û hîn jî rijêm berdewam e di siyaseta bêparkirina girtiyan ji xwarinê û guhdana pizîşkî û avahiyên pêwîst, û wan dihepişîne zindanên teng, û di binpêkirina mafên wan de bi hemû awayan berdewam e.
Û Hevbendiyê bal kişan ser ku eger viros derbasî wan girtîgehên mişt mirov bibe, em dê beramberî bobelateke pir tirsnak bin, û heye ku rijêm wê yekê ji bo kuştina girtiyan bikar bîne, û ev yek perpirsyariya yekser datîne ser milê saziyên navdewletî yên têkildar.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku deverên rizgarkirî û cihên derbiderbûnê û kamp hewcedarên alîkariyên navdewletî yên lezgîn in, di riya dabînkirina hewcedariyan û alavên parastina kesayetî ji kadroyên pizîşkî re.
Û Hevbendiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku fişarên awarte û yekser li ser rijêmê di vê qonaxê de bisepîne, ji bo dabînkirina derbasbûna tîmên Heyva Sor a Navdewletî bo zindanên rijêmê, ji bo şopandina rewşa girtiyan û şêweyê jiyana wan di girtîgehan de.
Û Hevbendiya Niştimanî ji saziyên mirovî û dezgehên bi ser NY ve û Saziya Tenduristî ya Cîhanî û Xaça Sor a Navdewletî xwest ku bi erkê xwe dermafê gelê Sûriyê rabin, tevlî sepandina fişaran li ser rijêmê ji bo şopandina ji nêz ve ya rewşa tenduristî ya têkildar bi berbelavbûna viros bi rengekî meydanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî