Kombenda Girtî û Hindayên Zîndana Sêdnaya, duh sêşemê pirtûkeke ilktironî belavkir, tê de hûrgiliyên tirsnak derbarê jiyana di hundir zîndana ku bi pîsî navê wê derketî yaku tête naskirin bi navê Meslexê Mirovî li ser zimanê 14 kesên ji mirinê rizgarbûne û tundîtirîn êş û azarên metirsîdar dîtine salx dide.
Û pirtûka bi navê Zîndana Sêdnaya di Dema Şoreşa Sûrî de û Dîdevanan hatî, rojaneyên girtiyan û tiştên bi serê wan hatine tîne ziman, wek: siyaseta birçîbûnê, birîna avê, rewşa bizîşkî xerab, cezayên rastî girtiyan tên, û pirosesên bidarvekirinê û bi ser de awayê lêpirsînên hovane.
Û pirtûk bihnokên ku girtî di girtîgehan de dihatin kuştin û alavên ku zêrevanên zîndanê ji bo tirsandina girtiyan bi govdeyên mriyan li gorî dîdevaniya yek ji girtiyan belge kirî, û çawa zîrevanên zîndanê dihêlin ku girtî girtiyên ji xwe lewaztir bikujin daku jiyana xwe biparêzin, û berdîla wê karî hinek xwarin dabîn bikin.
Û pirtûka belgeyî hin nîgarên bi êş derbarê tiştê bi serê girtiyan di zîndanên rjjêma Elesed de hatine vedihewîne, ew jî bi perikê hunermendê Sûrî yê ku berê hatibû girtin Necah Elbiqaî bûn.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekezî li ser girîngiya pirtûkê û dîdevaniyên tê de hatine yên dikevin bercewndiya doseya lêpirsînê kir, û bal kişand ku hîn bi hezaran Sûrî bi rengekî hovane berve darên bidarvekirina mirovan li ba rijêma Elesed têne ajotin, di çarçoveya tewanên cengê rêxistinkirî û tewanên dijî mirovahîyê yên ku rijêm di hundir hemû zîndan û girtîgehan de, ne tenê di zîndana Sêdinaya de pêk tîne.
Berê jî Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporeke xwe de bi navê Meslexê Mirovî belge kir, û di Reşmeh sala 2017an de rapor weşand, tê de kuştinên komelkujî cûrbecûr yên rijêmê dermafê 13 hezar girtiyîn di zîndana Sîdnaya pêk anîye tomar kir, û raporê da zanîn ku bêhtirê wan ji sivîl û rikberên Sûrî bûn, di navbera sala 2011 û 2015an de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî