Di gaveke ku yekem e di vî warî de, wezîrê karûbarê civakî yê Libnanî Reşîd Dirbas duh biryarek mîrî bi avakirina du kampan ji penaberên Sûrî re li ser sînorên Libnanê eşkere kir.
Dirbas got: ” Encumena Wezîran berî demekê biryar bi avakirina du kampan li du deverên sînorî bi Sûryayê re da, yek ji wan li devera (Elmesneh – Rojhilat) û (Ebda – Bakur) “. Dirbas Endamê Komîta Wezarî ya çarîne ku bi xwendina rewşa penaberên Sûrî li Libnanê hatiye teklîfkirin diyar kir: ” Her kampek dikare deh hezar penaberî hembêz bike”. Û tekez kir: ” Ev her du Kamp wê mîna Ezmûneyekê bo pîvana asta serkeftina wan be” û eger tu kelem tune bin dikarin piroje firehtir bikin.
Dirbas destnîşan kir: ” Komîtek ji şêwirdarên ku komîta wezaretê ew pejirandine îro li seraya wezareta karê hundir civiyan ji bo pilaneke cîbicîkirina pirojeya avakirina her du kampan,û mîkanîzma locistîk bo hejmara kesên kamp têra wan bike, û xerciya Pirojeyê jî deynin “.
Destlatdariya bilind ya penaberan pênşemba bûrî daxuyaniyek derxist, tê de got: ” Pîvana bingehîn bo bijartina cih hebûna hêminî û asayê ye ,ku xaka zemînê ti meirsiyên xuristî lê nebin wek şap û heraftina xakê , û ew dever bikare avahiyên pêwîst ji penaberan re ragire, herweha ewlekarî jî, anku ev dever ji metirsiya kesên ku gefan li penaber û mazûbanên wan bixwin dûr be”.
Jêder: Elheyat.