Encumena xwecihî ya Kobanê ya bi ser ENKSê ve, berî heftiyekê alîkarî li 500 malbatên penaberên Kobanê belav kirin. li gorî ku Mehmûd Kalo Endemê encumana Xwecih ya kobanê ji mere da xwiyakirin , ew alîkarî ji tûrê ard û kincên zivistanê pêk dihatin.
Kalo diyar kir ku piştî êrîşên DAIŞê li ser herêma Kobanî, bêtir ji 200 hezar kesî ji wî bajêrî derketin û berê xwe dan Turkyê, ku niha rewşa piraniya wan pir xirab e
Her wiha Memhûd Kalo ji me re got ku “rojbiroj rewşa jiyana penaberan li ser sînorê di navbera Kobanê û Turkyê de xerabtir dibe, lewma Kalo bang li rêxistinên alîkariya mirovî kir û daxwaza alîkariya berdewam ji bo penaberên Kobanê yên li Turkyê kir.
Hêjaye gotinê ku Hevbendiyê berê jî 200 hezar dolar terxankiribûn ji bo penaberên ji Kobanê koçber bûn di rojên pêşî ji koçberiya wan , 120 Ton keresteyên xwarinê bi wan hatin belavkirin, ku 3000 spetên heyberên xwarinê bi wan pêk hatin û li deverên Eytab û Sirûc û Orfa hatin dan.
Jêder : Hevbendî