Rêjîma Esed di êrîşeka esmanî de bi Mûşekên Valahiyê li ser navendeka dîlkirinê li bajarê Dûma yê Xûta rojhilata Şamê, du efserên xwe yên dîl di destê Artêşa Islamê de kuştin.
Ku di wê êrişa esmanî de heryek ji: Serkirdeyê Fewcê 274an yê hêzên rêjîmê emîd Suhêl Silêman, û rayid Wefîq Şalîş, û endamê polîs Fatir Salim, û serbazek bi navê Newar Ehmed Meya, û Tariq Selman endamê Ewlekariya Asîmanî û Luey Telal çeteyekî şî’î yê Iraqî hatin kuştin, zêdebarî birîndarbûna dîlên mayîn ku birînên hinan ji wan giranin.
Çalakvanan firokên rêjîmê yên şer bi armanckirina girtîgehê bimebest gunehbar kirin, ku ev rûdan di demên berê de jî dubare bûne, di riya ku rêjîmê berî niha pîvanên wan xalên ewlekarî bidest xistibûn.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiyê di demeka berê de ragihandibû ku rêjîma Esed amrazek di destê Iranê de ye, ji bo pêkanîna berjewendiyên wê di Sûriyê de, û Iran amade ye pêguherîna efserên Iranî digel şoreşgeran bike, di dema ku Esed tayife û şervanên xwe dike qurbanî di ber mana xwe di desthilatê de, û herwiha ji bona bicihkirina pirojê Iranî di deverê de.
Jêder:Hevbendî+Elerebiye