firokên Cengê yên Beşar Esed bêtir ji 5150 Bermîlên teqîner ji Çêriya Pêşî sala 2012an ve heta 20 Sibata 2015an avêtine. Di encamê de bi kêmanî 12 hezar şehîd ketine, li gora belgehkirina Toreya Mafê Mirovan li Sûriyê, nîvê wan Zarok û Jin in.
Ev serjimar piştî derçûna birayara Encûmena Asayişa Navdewletî hejmara 2139 ya sala 2014 ya ko tê de rêjmîna Esed ji bo bikaranîna Bermîlên teqîner protesto kir. Û doza rawestînina avêtina Bermîlên teqîner kir.
Cîgerê serokê Hevbendiyê Hişam Merwe di daxuyaniyeke berê de doz kiribû ko “Encûmena Asayişa Navdewletî biryareke nû derxîne, tê de Rêjîma Îranî neçar bike da hêzên xwe ên leşkerî ji xaka Sûriyê derxîne”. tekez kir Çareseriya Siyasî pêk nayê eger dagîrkerên Îranî û Çeteyên mezhebperest hebin.
Jêder: Hevbendî