Eşref Rîfî wezîrê dada Libnanê ragihand ku rêjîma Esed pilana terorkirina hindek kesayetiyan dike, ew ên dîdevan in li ser tawanên wê û yanjî yên beşdar di tawanên wê de, û got ku li gor dezgehê ewlekariya Libnanê hin zanyarî hene derbarê “pêkanîn yan bûçûnek cidî heye li ser damezrandina dadgeheka tawanên navdewletî taybet bi dadgehkirina rêjîma Esed yan raguhestina wê bo dadgeha tawanên navdewletî”.
Wezîrê navborî diyar kir, ku rêjîma Esed “biryar daye li ser terorkirina Mîşal Smaha, û dibîne ku pêwîste her şahidekî tawanên wê bête kuştin û di nav wan de jî Mîşal Smaha ku yek ji dîdevan yan yek ji pişkdarên tawankariyê bû”.
Hêjaye gotinê ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê destxweşî li destpêkirina karûbarên dadgehê kir sebaret bi kuştina serokwezîrê berê Refîq Elherîrî, û herwiha hêvî xwest bi bicîanîna dadweriyê, û danîna dawiyeka rasteqîne bo wan kesên parastî ji sizakirinê.
Hevbendiyê diyar kir, ku gelek nîşan hene li ser hebûna destê rêjîma Esed di terorkirina Elherîrî de, ku li gor gotinên hin şirovekaran heryek ji mêlîşiya Hizibulaha terorîst ya piştbest bi Iranê û rêjîma Esed ew didîtin rêgirên serekî li pêşiya hewla kontrolkirina Libnanê. Ku berî kuştina Elherîrî bi demekê kur,t gelek arîşe derketin di navbera wî û rêjîma Esed de, ku Esed bi rijdî hewla sepandina desthilata xwe li ser dewleta Libnanê dida. Jêder: Hevbendî+ Wekalat