Welatiyȇn Hesekȇ di dema dawȋ de gazindeyan ji cureyȇ nanȇ nebaș dikin, ji ber rengȇ wȋ yȇ esmer ȗ bilindibȗna rȇjeya kelpekê ȗ hin tișin dȋ jȋ tȇ de.
Aras Șemdȋn nerazȋbȗna xwe ji nanê hesekê anȋ ziman ȗ ew bi”nema tȇ xwarin” salix da.
Nadiya Deqorȋ ji bajarȇ Amȗdȇ yê bi nanpȇjgehȇn xwe yȇn kevirȋ navdar e, gazindeyan ji nepaqijiya nan dike ȗ dibȇje:” Ev nan nema tȇ xwarin, ta zarok jȋ gazindeyan jȇ dikin” Deqorȋ diyar kir” Ji ber kȇmbȗna nan me ji bo çend rojan bi hev re dikirȋ ȗ hiltanȋ, lȇ ji ber cureyȇ wȋ em nema dikarin hilȋnin, ji ber zȗ ișk dibe, ȗ difiride”.
Jȇderke taybet ji rȇvebiriya nanpȇjgeha Qamişlo a alavkarî, ji malpera me re diyar kir ku esmerbȗna nan ȗ gemara di nav de bi sedema ardȇ ku ji așan ji wan re tȇ.
Hȇjaye gotinȇ ku așȇn ard dișȋnin ji nanpȇjgehan re li parȇzgeha Hesekȇ ji hȇla wezareta temwȋnȇ ya ku bi rejȋmȇ ve girȇdayȋ ye bi rȇ ve diçe.
Jêder : Hevbendî