Wezareta Rewşenbîrî û karubarên Xêzanê ya ser bi hikûmeta Sûrî ya demkî ve maratonek bi navê ” Ji Bo Te Sûriyayê ” li bajarê Xazî Entaba Tirkiyê saz kir, bi armanca gihandina dengê Sûriyan bo Cîhana bêdeng li ser tawanên rêjîma Esed di deheq wan de.
Wezîra Rewşenbîrî Semah Hidaya got “ku ev rawestandina palpiştiyê bitenê hewldaneke ji aliyê wezareta Rewşenbîrî ji bona pişgirîkirina xelkên me yên di Sûriya de, herwiha da em ji wan re tekez bikin ku em digel wan dijîn tevlî dûrketin û meşextiya me ya neçarî”.
Wezîra navhatî di dirêjiya axavtina xwe de got ku ev çalakî ” ji bona hemû girtî û windakiriyên di girtîgehên Esed ne, ji bona kesukarên Şehîdan e û, ji bona wan qehremanên serkeftinan tomar dikin di Sûriya xweşewîst de”.
Wezîra navhatî dupat kir ku sazdana wek van çalakiyan bitenê ji bona balkêşana Cîhanê li ser tawanên hovane yên rêjîma Esed di derheqê Sûriyan de yên ji çar salan ve ku piraniya wan “li jêr dorpêçek asê dijîn di kampa Yermûk û Dêrazor û Idlib û Himusê de”, herwiha bo balê bikişînin li ser “kuştarên rêjîmê li Helebê, ku têde Xwîn tevlî kevirên reş dibe, û tevaya navçeyên Sûriyê rastî bombebaran û birçîbûn û kuştin û wêrankirinê dibin li ser destê bendeka Esed ya kujek û hevalbendên wê”.
Maraton bi rawestandinek palpiştî bidawî hat, ku pişkdaran tablo bi navê bajarên Sûriyê yên tûşî toparandin û birçîbûnê dibin ji hêla rêjîma Esed bilind kirin.
Jêder:Hevbendî