Wezîrê derve yê Îmarata Erebî Abdullah bin Zayid Al Nehyan tekez kir ko dorpêçkirina tiroristiyê û têkbirina wê çê nabe , heger mirov egerên ko ew afirandine têk nebe. Û ew jî rêjîma Esed û rêjîma Bexdad in, ji ber zordariya wan li ser miletê wan û pêkneanîna wekheviyê.
Al Nehyan doh êvarî got”Neçareserkirina egerên tiroristiyê dê bihêle ji nû ve biafire, û eger em Daiş û xuşkên wê, rêkxistinên tirorist têk bibin, ewê dîsa çê bibin ko egerên hebûna wan ji kok ve neyê jêkirin.”
Al Nehyan mandel kir ko çi peywendiyan bi rêjîma Esed re li beraberî tiroristiyê nakin û got: “rêjîma Esed bi zordariya xwe ji miletê Sûrî re û pêkneanîna dadmendiyê di navbera hevwelatiyan de hişt ko hevkarî digel wî hîç nebe. Kirdeyên wî yek ji egerên diyrbûna tiroristiyê ne, û eger sedemên wê yên civakî, siyasî, û abûrî têk neçin, tu caran tiroristî û metirsiyên wê têk naçin.”
Hevbendiya Niştimanî gelek caran di daxuyaniyên xwe de tekez kiriye ko Daiş bi sedema tiroristiya Esed û li darî çavên dezgehên ewlekariya wî çê bûye. Miletê Sûrî ketiye navbera derbên rêjîma Esed û yên Daişê, her wiha Hevbendiyê tekez kir ko Rêjîma Esed bingeha tiroristiyê ye û tu çareserî ji tiroristiyê re nîn e eger rêjîma Esed û peyayên wî têk neçin.
Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê tekez kir ku: “têkçûna Esed ji beşdarbûna me re di çi çareseriya siyasî de mercê bingehîn e” Elmislit di daxuyaniyeke berê de jî got”ev merc berî daxwaza serekî ya Hevbendiyê be ew daxwaza bingehîn ya gelê Sûriyê ye, yê ko ji bo wê buhatirîn tişt li ba xwe li ser kiriye.”
Jêder: Hevbendî+Acans