Duhî roja çarşemê li Waşinton û bi rêka pişkdariya endamên komeleya pizîşkî ya Sûrî Amerîkî, di rûniştinekê de li jêr navunîşana “Bikaranîna Esed ji çekên kêmyawî re”, komeleya navhatî belge pêşkêşî komîteya pêwendiyên derve di kongirêsê Amerîka de kirin, ku bikaranîna çekên kêmyawî tekez dike ji aliyê rêjîma Esed li dijî gelê Sûriyê.
Ew belge ji hindek wêne û ji belgefilman pêktên û di wan de 31 doxên êrîşên gaza kilorê di Sûriya de hatine dîkomentkirin, ji 16ê adarê heta cehzerana îsal, û Anî Sibaro pizîşka xwebexş ya li ser sînorê Sûriyê tirkiyê kar dike her ji sala 2012an ve amaje kir ku:”rêjîma Esed navçeyên sivîlan bi gaza kilorê armanc dike”, û daxwaza sepandina dijfirînê kir ji ber ku “ew tekane çareseriye ji bo qedexekirina Kuştinê”.
Ji aliyê xwe ve, sînatorê komarî Cîf Donkan got, ku “ew wêneyên me dîtin biqasî milyonên gotinan ne”, û daxwaza weşandina wan parçevîdiyoyan kir da xelkê Amerîka “hovîtiya rêjîma Esed” bibînin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî, roja sêşema bûrî ragihanibû ku wê ligel hevkofê xwe yê Rûsî mijara bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kêmyawî re gengeş kiribû, û da zanîn ku “sebra civaka Navdewletî li hember kiryarên Beşar Esed çi nemaye”, hevdem bal kişand ku çekên kêmyawî ji Firokan tên avêtin, û ragihand ku Amerîka dateyan kom dike bo qayimkirina helwesta xwe, li ser ku rêjîma Esed berpirs e di ber êrîşan de, û niha Encûmena Ewlekariya navdewletî pirojebiryarekî gengeşe dike ku wê alîkar be li ser destnîşankirina aliyê berpirs ji bikaranîna geza kilorê wek çekekî kêmyawî.
Têzanîn ku Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku rêjîma Esed biryara Encûmena Ewlekariyê ya dawiyê 2209an ya girêdayî bi şermezarkirina bikaranîna gazên jehirdar li Sûriya binpê dike ku hejmarek komeleyên mafnas û çalakvan û mediyakaran ev binpêkirin dîkoment kirine, û ev yek dide xuyakirin çendî rêjîma Esed pêkenînê bi yasa û peymanên navdewletî dike û wan piştguh dike.
Herwiha Hevbendiyê cext li ser pêwîstiya hebûna bersivdaneka vebir ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kiribû li sere van tawanan û li jêr benda 7an, her wek di têkesta biryara 2209an de hatî, û hevdem “berpirsayetiya yasayî li hember parastina Sivîlan û erkê parastina Asayîş û aştiya navdewletî xist di Stûyê Encûmena Asayîşê de, tevlî kar ji bona qedexekirina çêbûna qurbaniyên zêdetir bi sedema berdewamiya oparisyon û êrîşên asmanî yên rêjîma Esed li ser sivîlan”.
Dîsa Hevbendiyê bal kişandibû ku ” berdewamiya rêjîmê li ser pêkanîna tawanan, berê welat dide ajawegeriyê ku têde rêxistinên tundrew têne geşkirin, lewra ji dewletên dost tê xwestin û pêwîst e piştgiriya artêşa Azad bikin bi çekên coreyî bo parastina sivîlan û dabînkirina seqamgeriyê di Sûriyê de”.
Jêder:Hevbendî