Raportan diyar kir ko bêtir ji 70hezar xortî neçûne Leşkeriya neçar ya artêşa Esed, û wan raportan ziyanên mirovî ji encama cenga ko Rêjîm li ser milet ji Adara 2011an ve dike anîn ziman.
Li kolanên Şamê tabloyên ragihandinê ji aliyê rijêmê ve hatine danîn ji bo navtêdana xortan da tevlî leşkeriya rijêmê bibin, û Rêkxistinên mafnasiyê dibêjin” Bêtir ji 70hezar Kesî tevli Leşkeriya neçar ya Esed nebûne”,her wiha bêtir ji 50hezar kesî ji hêzên Esed ji destpêka cengê de hatine kuştin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî hişyarî da xort û zilamên Sûriyê ko tevli hêzên Esed nebin. Hem jî tekez kir ko Esed biryara xwe firoştiye Rêjîma Melayên Îranê, û ew xwedan pirojeyine taybet in, tu peywendiya wê bi yekîtiya xak û miletê Sûriyê nîn e û wan Sûriyê dagîr kiriye.
Mektebî Tekez kir ko îro endamên hêzên Rêjîmê bi fermana Efserên pasvanên Şoreşger yên Îranê û serpereştên çeteyên Hizbullaha tirorist dimeşin. Sûriyê bûye meydana çeteyên mezhebperest.
Bal kêşand ser ko Rêjîma Esed hêjî qumarê bi jiyana sivîl û leşkeran dike. Dako ew heta dilopa dawî ji xwînê li ser kursiya xwe bimîne. Û nuha tê û daxwaza tevlîbûna xortan di nav çeteyên xwe dike, ew çeteyên kuştin û bobelatan li Sûriyê dikin, ji bo desthilatdariya malbata Esed li ser hesabê canê xortan biparêzin.
Jêder:Hevbendî+Acans