Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan di raporeke xwe de ku îroj derket got: rêxistina Daişê ne kêmî 33 Hezar kes ji bajarê Ebû Hemam li Gundewarê Dêra Zorê ji 10ê heyva Tebaxa 2014an de koçber kirine.
Li gor texmînên toreyê 367 qurbanî, 240 wendayî, û 33 Hezar mişext li bajarê Ebû Hemam tenê hene, û diyar kir ku rêxistina Daişê ta niha di koçkirina xelkên bajarê Ebû Hemam de berdewam e.
Bajarê Ebû Hemam li Gundewarê Dêra Zorê ê Rohilatî dikeve, û dûrî navenda bajêr 65 KMan e, gundên Xeranîc û Kişkiyê jî bi ser ve ne, û ev bajar ji giringtirîn navendên hoza Şi`êtat e, a ku şerê rêxistinê kir û nehişt ku derbasî deverê bibe.
Hevbendiyê, berî nuha, tawanên rêxistina Daişê derheqê hoza Şi`êtat de li Gundewarên Dêra Zorê şermezar kiribûn. Berdevkê fermî bi navê Hevbendiyê Salim El – Mislit got:” Hemû diktatoriyên nûjen em fêr kirine, ji bilî mirin û wêranê li pey xwe nehêlin, û ji bilî term û laşan di xaka me de naçînin ”. û berdewam kir ” Ji berî çar salan ve em kuştin û wêranê ji hêla rejîma Esed û milişiyên wî ên regezperist ve dikişînin, dûv re Daiş hat ta heman tawankariyê bişopîne, tu nikarî tu cudahiyê di navbera Daiş û rejîma Esed de ji hêla awayên kuştin û tawankariyê ve bibîne ”.
El – Mislit tekeziya xwe li ser: ” Hêza Sûriyan bo pêşveçûna di şoreşê de ta bigihên Sûrya nû, a ku dadwerî, azadî, û rûmetê ji her kesî re peyda bike, tevlî nirxê bilind ku xelkên sûriyê her roj û ji berî çar salan ve pêşkêş kirine û dikin” nû kir.
Jêder: Hevbendî