Hevbendiya Niştimanî Sûrî namak ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî re şand, tê de êrîşên Esed û Çeteyên Hizbullaha tirorist li ser Zebedanî li Gundewarê Şamê pirotesto kir.
Ev çend roj in Rêjîmê dest pê kiriye û bi dehan ji encama bermîlên teqîner û mûşek û dûravêjên Hawinê jiyana xwe jidest dane.
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaz kir ko kirdeyên Hizbullaha tirorist li ser xaka Sûriyê pirotesto bike. Her wiha daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko bi hevpeymanên navdewletî yên imze kirine pabend be û rê li ber Hizbullaha tirorist bigire da êrîşan nede ser miletê Sûrî çi li derve û çi li hundir be.
Her wiha Hevbendiyê doz li Encûmena Ewlekariyê kir da herêmên hêmin û aram li Sûriyê pêk bîne, da sivîlan ji êrîşên Esed ji nav wan jî yên bermîlên teqîner biparêzin..
Jêder: Hevbendî