Firokên Esed duhî di dema fitarê de bermîleka teqîner avêt li ser malekê li bajarê Elhara li gundewarê Der’a, di encama vê komelkujiya hovane de ew xêzan bi tevahî bi dayîk û bav û pênc zarokên xwe ve bûn qurbanî, û hejmarek birîndarên din li malên cîranan ketin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de daxwaza “jikarxistina firokên Esed û nehêlana avêtina bermîlên teqîner li ser serê sivîlan bi rêka qedexekirina êrîşên asmanî û sepandina navçeyên dijfirînê li bakur û başûrê Sûriyê –heta bi şêweyekî beşekî be jî-; ku ew navçe bibin penagehên tenah bo jin û zarokan, heta ku şerê li dijî rêjîma dictator ya terora dewletê bikar tîne yekalî bibe “.
Herwiha berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed bombebarankirin bi firokên şer û mûşek û bermîlên teqîner pir kiriye, li hember pêşdeçûnên şoreşgeran li Der’a û Zebedanê û têkşikestina hêzên wê û mîleşeyên hevalbendên wê li ser eniyên şer, ku hêzên rêjîmê navendên sivîlan li taxên bajarê Der’a û gund û bajarokên wê armanc dikin, ku dibin sedemên pêkanîna kuştarên rojane di derheqê sivîlan de.
Jêder:Hevbendî