Piştî Du heftiyan li ser êrîşên DAIŞ li ser bajarê Hesekê û şer û pevçûnên berdewam di navbera rêxistinê ji hêlekê ve û hêzên Parastina Gel û hêzên rêjîma Esed ji hêleke din ve tu guhertin li ser zemînê çênebûn ji bilî perçekirina bajêr di navbera hersê hêzan de li gor agahiyên ku peyamnêrê me yê Hesekê gihandin.
Her wiha peyamnêrê me diyar kir ku di rojên bûrî de firokeyên rêjîmê û yên hevpeymaniya navdewletî bargehên DAIŞ li herdû taxên Neşwa topbarankirin lê bê ku ti encam rû bidin û hemû nişteciyên taxên (Neşwa- Lêliyê – Sadkop- Xiwêran- Panorama-Zanîngeha Endezyariyê û ya Wejeyê) ku di bin kontrola DAIŞ dene koçberî taxên di bin kontirola rêjîmê û YPG de bûne.
Jêder: Hevbendî