Serokê Firensî Firanswa Holand tekez kir ku peydakirina aştiyê li Sûriyayê di riya “dûrxistina”serê rejîmê Beşarê Esed re ye, herweha li ser “şerê tirorê û berdewamiya piştgiriya Hevrikiya Sûrî a nerm – nêrîn ” tekez kir.
Holand berdewam kir:” Divê em di heman demê de kar li ser veguheztinek siyasî bikin, ew pêwistî ye, dibe ku diyalokek destpê bibe, û divê mercên wê werin destnîşankirin, yekem merc dûrxistina Beşarê Esed e, û yê didwan pêşkêşkirina misogeriyên xurt bo hemû hêzên Hevrikiyê yên nerm-nêrîn, û parastina kevalê avahiya dewletê û yekîtiya Sûrî”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tekez kiribû ku metirsiya tirorê ” Li deverê nayê hilan ger rejîma Esed a çavdêriya tirorê dike neyê rûxandin, û alava wî a tawankariyê jihev nekeve”. Xoce berdewam kir ” têkiliya tekane di navbera me û rejîmê de gotubêjikirina li ser bingeha damezirandina desteyek fermandariya veguhêz bi desthilatin tekûz ku cihê Esed û alavên wî ên ewlehiyê tê de tune be ye”.
Jêder: Hevbendî – El – Cezîrê