Emerika tekeziya xwe nû kir li ser mana Waşinton li ser helwesta xwe derbarî destberdana Esed ji desthilatê û pêkanîna veguheztinek siyasî rastîn piştî gotubêjan li Sûryayê dûrî tawankar Beşarê Esed , bi awayekî ku tundiyê bidawî bike, û ber bi pêşerojekê de here hêviyên xelkên Sûrî di azadî û rûmetê de pêk bîne.
Ev daxuyanî hatin piştî gotubêjên ku şanderê Emerîka bo Sûryayê Maykil Ratnî li Moskoyê pêk anîn bo peydakirina çareyeke siyasî li Sûryayê. Wezareta Karê Derve a Emêrikî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku Esed rewatiya xwe wenda kiriye, û koçkirina wî beşek ji veguheztina siyasî a rastîn û şerê dijî tirorê ye.
Ev daxuyanî piştî du rojan ji daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve ê Erebistana Si`îdê Adil El – Cibêr tên, ku tê de li ser neguhêriya helwesta Erebistanê derbarê heyîna Beşarê Esed di pêşeroja Sûryayê de, û pêdiviya koçkirina Esed yan di riya ” Operasyoneke siyasî yan di têkçûnek leşkerî ” de tekez kir.
Cîgirê serokê Hevbendiya niştimanî Mistefa Oso tekez kiribû ku ” Axaftina li ser hewldanên hiştina Beşar yan jî beşdarkirina wî di helmeta şerê dijî tirorê de xeyal û hîle ne” û berdewam kir ku helwesta dewletên dostên Sûrî ” Hemû guman qut kirin ku cihê Beşarê Esed li Sûrya Nû û qonaxa veguhêz de jî nema, û hemû hewldanên Iranî bo Beşar bikin kaxeza bazarê ta berjewendiyên herêmî bidest bixin têk birin”.
Jêder: Hevbendî