Wezareta Rêveberiya Xwecihî, Hawarçûnê û Karubarê Penaberan di Hikûmeta Sûrî a Demkî de raporek serjimêrî derbarê hejmara penaberên Sûrî li dewletên cîran û cîhanê derxist.
Li gor raporê hejmara penaberên Sûrî li dewletên cîran di ser 4 Melyon penaber re bû, tê gumankirin ku di dawiya sala 2015an de bighêje 4,27 penaberî, ew jî li gor karsiparteya bala a Netewên Yekbûyî bo karubarê penaberan.
Hejmara penaberên li gel hikûmeta Tirkê tomarkirî ne derdora du Melyon Sûrî ye (1,938,999) û derdora 2,1 Melyon Sûrî (2,025,969) li gel karsiparteyê li Misr, Iraq, Urdin, û Libnanê, jibilî bêtir24000 penaberê Sûrî li dewletên Bakurê Efriqiya tomarkirî ne.
Nesîbê dewletên Ewrupî ji penaberên Sûrî derdora (348,540) penaberî li dewletên Ewrupa, nêzîk 164 Hezar penaberî ji wan li Siwêd û Elmanya ne.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî bangek bilez şandibû, tê de ji Civaka Navdewletî xwestibû ku pirsyariyên xwe yên mirovahî û exlaqî derbarê milletê Sûrî hilgre, kar li ser bidawîkirina qeyrana koçberkiriyên Sûrî bike, hindek rê bo veguheztina wan ber bi deverin aram û demkî de ta vegerin malên xwe peyda bike, û nehêle ku bazirgan bi çarenûsa wan bilîzin û keysê li wan bînin.
Hevbendiyê tekez kir ku rejîma Esed pirsyarya tekûz derbarê hemû tiştê ku bi serê xelkên Sûrî li hinder û derve û di deryaya de tê hildigre, ji ber ew e ê ku şer dijî milletê azadîxwaz dike, bermîlên teqîner û çekên kimawî bikar tîne, melyonê Sûriyan bo penaberiyê û koçberiyê bêçar dihêle. Hevbendiyê destnîşan kir ku hemû aliyên Civaka Navdewletî aliyekî ji vê pirsyariyê hildigrin, divê bi erkê xwe bo parastina aştiyê û ewlehiyê û parastina sivîlan ji mirina berdewam rabin.
Jêder: Hevbendî