Berpirsekî pile bilind di serokatiya Firensa de ragihand ku helwesta welatê wî nehatiye guhertin li hember çûna Esed, û zêde kir û got ku ev helwest nayê guhertin ji ber ku serok Firnsewa oland baş dizane ku Esed nabe bibe çareserî li Sûriyê.
Berpirsê serokatiyê tekez kir ku gotara Firensa sebaret Sûriyê “vebir û diyar e”, û da xuyakirin ku wê Holand bi rijdî ji hevkofê xwe yê Amerîkî Barak Obama re bêje (di çarçoveyê hevdîtina wan de li roja sêşemiya bê li Waşinton) ku li ser heman helwesta siyasî derbarê Civînên Viyêna yên taybet bi çareseriya Siyasî li Sûriyê bimîne.
Herwiha berpirsê pilebilind cext li ser wê yekê kir ku Firensa li ser heman nerîna giringiya barkirina Esed di dawiya danustandinan de ye, ku veguhestina siyasî heta-hetayê berdewam nake, û da xuyakirin ku wê Holand vê gotinê bêje hevkofê xwe Obama.
Hêjaye gotinê ku hin peyvdaran bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê tekez kiribûn ku her çareseriyek siyasî li Sûriyê pêwîste ligor deqên daxuyaniya Jinêvê be, ya ku tekestiyê li ser dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz bi tevaya desthilatan dike, û hevdem cext dikin ku hebûna Esed di çi qonaxekê de nayê qebûlkirin.
Herwiha sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiyê Enes Ele’bde got” em mana Esed rojekê bitenê qebûl nakin di qonaxa veguhêz de”, û cext li ser giringiya dîtina çareseriyek siyasî kir ku gelê Sûriyê pesend bike û herwiha berjewendiyên wî biparêze ligor daxuyaniya Jinêvê.
El’ebde amaje kir ku gelê Sûriyê ticarî tawanên rêjîma Esed di derheqê zarok û jinan de bi dirêjahiya pênc salan ji bîr nake.
Jêder:Hevbendî+Elheyat