Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir ko Berpirsiyarê yekem yê êrîşên tiroristî Rêjîma Esed e. Destnîşan kir ko yê piştgiriya wî dike û ew tiroristiya dewletê dike, ew jî mîna Esed gunehkar e.
Di gotara xwe ya li pêşiya civîna bala ya ko Encûmena Etlentî pê rabûye li bajarê Istanbulê îro Pêncşemê diyar kir ko 380 hezar Sûrî bi Bermîlên teqîner û çekên kîmawî hatine kuştin. Tekez kir ko ev ne hejmar in, lê belê her yek ji wan mirov e û rewanekî wî tune bûye.
Erdogan bêtir got; yê heta nuha ji bo çûn û neçûna Esed gengeşeyê dike, ne tenê namakê digihîne miletê Sûrî, belê digihîne cîhanê bi giştî, û gerek e em wê baş binirxînin.
Erdogan destnîşan kir ko Rêkxistinên Tirorist piştgiriya Esed dikin, û ew petrolê ji Daiş dibe, her wiha Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD piştgiriya Esed dike, bal kêşand ser”çi cudahî di navbera Daiş û Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD an hêzên Parastina Gel yên bi ser ve ye. ” diyar kir ko “Hêzên Yekîtiya Dîmuqrat piştgiriya Esed dikin û heta demeke kurt Esed dijminê Kurdan bû û Nasname nedida wan û nuha bûye berxikê kedî”
Her wiha Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kiriye ko binpêkirina Rêjîma Esed ji biryarên Encûmena Ewlekariyê re û ya dawî 2209an ya bi mijara pirotestokirina bikaranîna Gazên kîmawî ve girêdayî, û yên ko Rêkxistinên mafnasiyê û çalakvanên ragihandinê belgeh kirine, didin xuyakirin ko Esed tu rêzê ji yasa û peymanên navdewletî re nagire.
Hevbendiyê doz kir ko gerek Encûmena Ewlekariyê bersiveke tund li ser evan tawankariyan bide li jêr benda heftan ya ko biryara 2209an ew diyar kiriye. Hem dide xuyakirin “Berpirsiyariya yasayî ji bo parastina sivîlan, hem jî erkê parastina Ewlekarî û aştiya navdewletî, û hem ji bo nehêlana bêtir qurbanî bikevin kar bikin, bi armanca berdewamiya Operasiyonên asmanî yên rêjîma Esed ko sivîlan bombebaran dike.”
Hevbendiyê destnîşan kir ko “berdewamiya Rêjîma Esed di pêkanîna kuştaran de dê welat bêtir bibal nearamiyê de dehf bide, hem jî dê bêtir rêkxistinên tirorist geş bibin, êdî gerek dewletên heval piştgiriya Artêşa Azad bikin û çekên giran û kartêker bidin wan, da sivîlan biparêzin û aramiyê ji Sûriyê re pêk bînin.”
Jêder: Hevbendî+Acans