Cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Nexem Xadirî da zanîn ku mebesta rasteqîn ji daxuyaniyên serokê rêjîmê Bişar Esed derbarê “nekarîna encamdana piroseyeka veguhêz di dema ku hin navçe ne di bin kontirola wî de ne”; ku ev yek hewildana pêşdana çareseriya leşkerî ye, û pêşkêşkirina hincet û bihaneyên nerast ji bona bidûrxistina çareseriya siyasî û hewldan e ji bona bilindkirina nirxê xwe pêş encamdana her pirosêseke danustandinê.
Xadirî bal kişand ku her sistiyek danustandina dnavdewletî digel rêjîma Esed, berhemdarê rasteqîn ji terorê re li navçeyê, wê dubare berhemhênana tundutîjiyê bike lê vê carê bi berpirsyaretiyek navdewletî.
Xadirî pêdagirî kir li ser wê yekê ku hîç pêngavek e rasteqîn di riya çareseriya siyasî de nabe berî rawestandina terora Esed û dagîrkariya heryek ji Rûsiya û Îranê li ser gelê Sûriyê, û herwiha rawestandina bombebarankirina bi bermîlên teqîner û dupatkirina wê yekê ku pêwîst e Esed bar bike û nejî gelê Sûriyê.
Xadirî diyar kir ku têkşikandina terorê bi boçûn û têgeha Esed û hevalbendên wî, tê bi wateya jinavbirina civakê û binaxkirina daxwaz û armancên milet di azadî û rûmet û dadpereweriyê de, û dema vegerin berî bûyerên sala 2011an, dê bibînin ku hîç terorek nebû ji bilî terora rêjîmê di derheq miletê Sûriyê de.
Jêder:Hevbendî