Endamê Desteya Giştî di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî de Xalid El – Nasir diyar kir ku agirbest li Sûryayê bi serî nabe eger lihevkirinek li ser pêkanîna Desteyek Veguhêz bi hemû desthilatiyan ku milletê Sûrî bi rê ve bibe bo rêxistinên tirorîst têk bibe neyê kirin, herweha garantiyên navdewletî yên zorlêkir, û hêzên parastina aştiyê, ku operasyona gotubêjkirinê û qonaxa veguhêz biparêze û misoger bike ta temamkirina pêkanîna Artêşa Niştimanî.
Di hevdîtinekê de ku ajansa radyoya Birîtanî (BBC) derbarê daxuyaniyên wezîrê karê derve ê Emirikî yên dawî lidar xistibû, El- Nasir diyar kir ku Kêrî bi serokê Hevbendiyê Xalid Xoce re axivî, tê de li ser rola Hevbendiyê di qonaxa were de û giringiya lihevkirina Hevrikiyê tekez kir, ta bi awayekî aktîv di guftugoyên ku wê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de bo agirbestê lidarkeve beşdar bibe.
El – Nasir diyar kir ku navê “Desteya Fermandariya Veguhêz” têgheşteke berfireh û giştî ye, hemû desthilatiyên desteyê hene û ji wan desthilatiyên serok-komar, û destdanîna li ser Artêş û dezgehên ewlehiyê, ku ew hikûmetê pêk tînin, wek ku daxuyaniya Cinêv1 çesipandiye û daxuyaniya civînên Viyêna derbas kiriye.
El – Nasir destnîşan kir ku awayê Desteya Fermandariya Veguhêz dikare veguheztina siyasî pêk bîne, ji ber ew Esed ji çi rolê di qonaxa veguhêz de dûr dixe, û tekez kir ku ev tişt bo serkeftina çareya siyasî gerek e.
El- Nasir tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi mikurbûna bêtir ji sed dewletî gotubêjerê milletê Sûrî ye, lewre nabe paşguh bibe, herweha hêzên şoreşê û Hevrikiya sereke li Sûryayê di nav de ne, û cihê rêzgirtinê ye ji hêla ketîbeyên şervan û encumenên xwecihî mîna sîwaneke siyasî. El – nasir bal kişand ku Hevbendiyê rêvebiriya gotubêjekê bi hêzên siyasî yê dî re kir, û bi wan re nerînek hevgirtî bo çarey siyasî pêk anî.
Jêder: Hevbendî