Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî diyar kir ku sedemên berdewamiya bilindbûna asta tundiyê li Sûryayê, rijdiya rejîma Esed li ser çareya leşkerî ye, ji ber Hevendiyê pabendiya xwe bi çareya siyasî li gor nerînên Cinêv tekez kir lê” Tu hevparê ceddî di operasyona aştiyê de nedît”.
Di gotinekê de ku Serokê Hevbediyê Hişam Merwa li pêş Perlemanê Ewrupî roja Çarşembê (18 Mijdarê) di çalakiyek gotubêjiyê de der barê şerê dijî tundrewyê û bilindkirina asta hukumdariyê li devera Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya, û mamoste Heysem El- Malih Serokê Komîta Yasayî di Hevbendiyê de tê de beşdar bû, Merwa bal kişand ku êrîşên Rûsiya yên berdewam li ser Sûryayê gelek gumanan çêdikin li dor ceddîbûna Rûsya di pabendiya bi pêkanîna çareya siyasî.
Merwa di gotina xwe de li ser cureyên tundiyê ku rejîma Esed dijî milletê Sûrî li ser dirêjahiya pênc salaln ji temenê şoreşê bikar anî axivî, û tekez kir ku alozbûna tabloyê û pirbûna aliyên rahiştine çekan, nabe ku bi çi awayî bihêle pirsyariya rejîma Esed û hevalbend û milişiyên pê ve girêdayî ne were paşguhkirin der barê 95% ji tawan û binpêkirinan.
Herweha Merwa tekez kir ” Ji Bo rawestana tundiyê, divê sedemên bingehîn ku dihêlin ew tundî çê bibe werin dermankirin, û li Sûryayê sedema sereke xweş diyar e, ew jî zordariya Esed e”.
Merwa diyar kir ku tibaba boblatê sînorê Sûryayê derbas kir, û êrîşên tiroristî di 13 Mijdarê/ November li Parîsê xistin, û tekez kir ku milletê Sûrî ji bilî xwe bêtir kokên wê boblatê fam dikin, ji ber wan dît ku Esed di pênc salên bûrî de çi kir, Sûrî ji welatê şaristaniyê, lêborîn, û pirnetew, kir lixwegirê tundrewî û tirorê.
Merwa wisa jî got:” Ji bo pêkanîna serkeftinê di şerê dijî tirorê de, û pêkanîna aramiyê û veguheztina siyasî ya ku milletê Sûriyê babet û hêjayî wê ye ji ber berxwedan û xweragiriya wî, divê fermandariya Esed ya diktatorî bidawî bibe”.
Jêder: Hevbendî