Nivîsgeha ragihandinê ya Hêzên Şoreşa Sûrî diyar kir ku bi sedan tank di 12 heyvan de li ser hemû eniyan hatin wêrankirin, Infografîk bi hejmara tankên ku Artêşa Sûrî ya Azad bi sarûxên Taw û awayin dî ew wêran kirine belev kir.
Di serjimariyekê de ku nivîsgehê li ser kar kir diyar bû ku hêzên Esed 540 tank ji heyva Mijdarê/November2014an ta heyva Cotmehê/Oktober 2015an ji dest dane û hatin wêrankirin. Dawiya wan 123 tank heyva bûrî piştî êrîşên Rûsî li ser Sûrî bû.
Serjimêriyê tekez kir ku bêtir tankên hêzên rejîma Esed li Gundewarên Hema hatin wêrankirin, û hejmara wan gihişt 127 tankan, dûv re li Idlibê 107 tank, û Gundewarê Şamê102 tank, dûv re Heleb 94 tank, û 63 li Der`a, 16 li Gundewarê Laziqiyê, 11 li Gundewarê Qunêtra, 18 li Humsê, û du tank li Siwêda.
Serjimariyê diyar kir ku heyva Oktober/ Cotmeha bûrî , berztirîn heyv bû, ku wêrankirina tankên hêzên rejîmê gihişt 123 tankan, û di Tebaxê/ Ugustus de 51 tank, û di heyva Tîrmehê / Yolyo 30 tank wêran bûn, û 61 tank di heyva Pûşbe/ Yonyo, 43 di Avadrê/ Mars de, û 14 di çilya Paşîn/ Yenayer de.
Jêder: Hevbendî