Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê torebûna xwe anî ziman li hember daxuyaniya berbijarê komarîxwazan bo helbijartinên serokayetiya Amerîka Bin Karson dema ku kesên koçber yên bazdayî ji bombebarankirina Esed wek “bi segên har” binav kirin!.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke taybet de tekez kir ku wek van gotinan bêsiyanet û bêrêzî ye li hestê mirovatiyê, ku pêwîstî hebû ku diktatorê Sûriyê Bişar Esed yê bûyî sedema kuştina 400 hezar xelkên sivîl û koçbarkirina bêhtir ji nîvê gelê Sûriyê bihatiba şermezarkirin, ne qurbanî bêne êşandin.
Li hember vê yekê Hevbendiyê daxwaz ji rêveberiya serok Obama û Kongirês û ji herdu partiyên komarîxwaz û demokrat kir bo pirotistokirina wek van daxuyaniyan, û herwiha bo xistina cudahiyê di navbera koçberên ji zordestiya Esed direvin û wan aliyên tirajiydiya miletê Sûriyê bikar tînin ji bona encamdana kiryarên terorîstî yên şermezarkirî.
Jêder:Hevbendî