Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo hişyarî da rêjîma Esed ji zêdegavî û êrîşên wê li ser gundewarê bakurê Laziqiyê û got: ” Êrîşên li dijî Çiyayê Tirkumanan, asta xwînmijî û hovîtiya rêjîma Esed dide xuyakirin”.
Herwiha Oglo daxwaz ji Rûsiya kir ku pabend be bi dijberiya DAIŞê, û êdî dest ji êrîşkirina gundên Tirkumanan li Sûriyê berde.
Oglo; tekez kir ku wan pêzanîn hene li ser pişkdariya Firokên Rûsiya di oparisyonên li ser navçeya çiyayê Tikrumanan li gundewarê Laziqiyê ya ku piraniya nişteciyên wê ji tirkumanan pêktê, lewra Hikûmeta Tirkiyê agahî dan wezîrê derve bo vexwandina balyozê Misko li Enqera, ji bona lêpirsîna sedemên êrîşên firokên Rûsiya li ser navçeyên Tirkumanan li Sûriyê.
Oglo got: “me karvedanên bilez dan, li ser hemû êrîşên li ser sivîlan nêzî sînorên me, çi Tirkuman çi Ereb çi Kurd, em rewşê li sercem gundên Tirkumanan dişopînin”.
Serokwezîr dirêjî da axavtina xwe û got; nabe hîç kesek kuştaran der mafê birayên me yên Tirkuman û Ereb û kurd de yasayî bike di bin navê jinavbirina terorê de, û tekez kir ku “xelkê Sûriyê bi giştî û nemaze Tirkumanên gundên bakurê Laziqiyê, li vê dawiyê rastî êrîşên dijwar dibin, û ji ber vê yekê me bi dirêjahiya şeva duhî digel dezgehên Ewlekariyê û hewalgerî û yên siyasî civîn kirin ji bo nirxandina rewşa dawî li gundewarê Laziqiyê “.
Serokwezîr dîsa got: “yekem em sercem êrîşên armanckirina sivîlan red dikin, duwem em dijî her êrîşekê ne ku bibe sedema koçberiya pêlên nû yên penaberan li ser sînorên me, sêyem Tirkumanên gundewarê Laziqiyê birayên me ne û ew ji sedên salan li wan navçeyan dijîn mîna pêkhateyên Sûrî yên din. em bi tundî êrîşên hovane li dijî wan şermezar dikin, û daxwazê ji hemû aliyan dikin ku serederiyê bi hestiyarî digel vê mijarê bikin”.
Oglo cext li ser wê yekê kir ku “Armanckirina Mosko ji sivîlan re, li ser dirêjahiya sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, bi çekên qedexekirî mîna bombeyên weşî, dibe ku bibe sedema pêleka nû ya koçberiya sivîlan ber bi Tirkiyê ve, û di dema ku ev yek qewimî, berpirsyariya wê yekê wê bikeve stûyê her aliyekî beşdar di oparisyonên leşkerî de li dijî sivîlan li navçeyên Tirkumanan “.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, bikaranîna bombeyên weşî yên xudan karînek wêranker ya mezin li ser navçeyên sivîlan yên pir qerebalix ji aliyê firokên dagîkariya Rûsiya ve şermezar kiribû, û daxwaz ji heryek ji Netewên Yekgirtî û ji Encûmena Asayişa navdewletî kiribû bo pirotistokirina êrîşên Rûsiya mîna tawanên cengê û tawanên qirkirin û cînyosayîdê, ji bo hewldana kuştina bêhtirîn sivîlan û herwiha Hevbendiyê dawaza karkirinê kiribû ji bona rawestandina êrîşan û dadgehkirina encamderên wan.
Herwiha Hevbendiyê berpirsyaretiya encamên zagonî û yên tawankarî û wêrankirina giştgîr ya bi sedema bombebarankirina dijwar û bi mebest ji aliyê hêzên Rûsiya xist di Stûyê Hikûmeta Rûsiya de ji ber ku ew deshilata dagîrkariyê ye.
Têzanîn ku berî niha jî rêjîma Esed bi çendîn caran ev coreyên çekên qedexekirî li dijî navçeyên sivîlan bi kar anîne, tevî bikaranîna bermîlên teqîner yên xudan bandoreke bêseruber bi awayekî mezin û berdewam û tevî çekên kîmyayî di gelek navçeyan de, û bi taybetî di rûdana tebaxa 2013an de li Xûta, ku bû sedema şehîdbûna 1507 kesan ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Jêder:Hevbendî+Anadol