Li bajarê Istanbulê îro şembiyê karên Kongirê damezirandina Şepêla “Siberoja Sûriyê” dest pê kir. Rûniştina destpêkê gotinên çend kesayetiyên niştimanperwer yên Sûrî hatin xwendin, gotina pêşî ya serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce bû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di gotina xwe de got ku gerek e em tevde nasnameya Sûrî ya bala ji nû ve çêbikin, ya ko me di salên buhirî de ew winda kiribû. Destnîşan kir ko ne mumkine ko em ji evê astengiya ko Rêjîma Esed em kirinê derkevin, bê ko em li ewê rewşa hêja ya Sûriyê berî Partiya Bas têkeve desthilatdariyê vegerin.
Xoce got ko ev Kongirê damezirandinê hîmekî giring e ji bo yekîtiya me, û tekez kir ku ev pêngaveke pîroz e ji bo têkiliya navbera pêkhatiyên Sûrî, her wiha doz kir ko ew peywendiya navbera hin hêzên hundir û Qaîde de heye bête tunekirin.
Ji hêla xwe de Hewas Xelîl endamê Desteya Giştî Ya Hevbendiyê tekezî li ser giringiya beşdarbûn û nûnertiya tevaya pêkhateyên civaka Sûrî di nexşedanîna paşeroja Sûriyê de kir, û bizav ji bo biryardana destûrî bo mafên tevaya pêkhateyan li gor rewişt û belgenameyên nêvdewletî, û barê tewanên rijêma Esed û bendeka wî neyê danîn ser milê pêkhateya Elewî.
Herweha Xelîl got ku Sûriya divê li ser bingeha dewleta hevwelatîbûnê ya mafê tevaya pêkhateyan misoger bike ava bibe, dewleteke ku tenê mafperwerî û wekhevî û yasa desthilatê lê bikin, tevaya pêkhateyan beşdariyê di avakirinê de bikin, ji bilî vê rêyê Sûriyake nû ji hemî Sûriyan re ava nabe.
Her wiha yên ko Kongir amade kirine gotin ku karên Kongirê damezirandinê dê du rojan berdewam bike. Di roja yekê de civîna destpêkê demjimêr dehê sibehê dest pê kir û dezgehên ragihandinê jî lê amade bûn. Lê civînên gotûbêjiyê yên girtî dê ji bo belgên karê beşdaran bin û ew ji bo dezgehên ragihandinê nevekirî ne û di demjimêr heftê êvarî de bidawî dibin. Di pey re sibeha roja Yekşembê wê civînên gotûbêjiyê dest pê dikin, dê berê Şepêlê û mîkanîzmên karê wê û ramanên wê bêne pêşkêşkirin ji bo cîbicîkirinê, û di demjimêr şeşê êvarê de daxuyaniya dûmahiya Kongir bête ragihandin.