Wezîrê berevaniyê yê Keneda Harcît Secan dengê xwe jî tevlî daxwazên koçkirina Esed kir û got: Divê Beşar Esed ji desthilatê dûr bikeve .
Secan di platforma Halîfaks ya Ewlekariya Navdewletî got: “ez dibînim ku divê Esed koç bike ji ber alozbûna arîşeyê û tewnên mezin yên der heqê Sûriyan de kirine”.
tê gotin ku Sûriya di serê lîsteya tundtirîn dewletên dewletên cîhanê de ye, li gor raportekê ji peymangeha “Aborî û Aştî”yê di despêka vê heyva nuha de derketiye der barê aştîtirîn û tundûtûjtirîn dewletên cîhanê, Îraq û Efxanistan di pileyên piştî Sûriyê hatin.
Sûriya tûşî şerekî hovane bûye ku rijêma Esed bi hemî cûreyên çekan êrîş dike, ji kêrê bigre ta di kîmawî û skod û bermîlên teqîner re derkeve, tevlî anîna rijêma Esed ji milîşên regezperest yên tewankar re her weha dagîrkerên Rûsî û Îranî.
Di encama vê cengê de 300hezar kes şehîd ketin û nêzî 14 milyonî derbeder û penaber bûn di hundurê Sûriyê de û li dewletên derdor û cîhanê.
Razberê desteya siyasî ya Hevbendiyê Enes El-ebda got:”em mana Beşar Esed rojekê tenê di qunaxa veguhêz de napejirînin”, û rijdî li ser giringiya dîtina çareyek siyasî kir ku gelê Sûrî bipejirîne û bercewndiyên wî li gor daxuyaniya Cinêvê biparêze .
El-ebda amaje kir ku gelê Sûriyê ti caran tewanên rijêma Esed der heqê zarok û jinan bi dirêjahiya 5 salan ji bîr nake.
Jêder: Hevbendî+ Ajans