Seokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî diyar kir ku êrîşên Rûsî ” Sivîlên ku li Dêra Zorê tiştê herî giranbuha li ser riya azadiyê dane armanc kirin, ji dêvla ku wargehên rêxistina Daişê armanc bikin, di encamê de hejmarek ji qurbaniyan ketin, di nav wan de zarok û jin jî hene”.
Di kongirekî rojnamegerî de ku Xoce vê sibeha Duşembê lidar xist, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re li hemû bajarên Sûryayê mîna Dêra Zorê, Der`a, Heleb, û Gundewarên Şamê xwest.
Xoce diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe di demên dawî de li ser Gundewarên Laziqiyê, Heleb, Der`a, û Dûma zêde kirine, û piştî derbasbûna 53 rojan li ser van êrîşan 2977 sivîl li parêzgehên cuda şehîd bûne, di nav wan de 550 kes ji ber derbên Rûsî, herweha hejmara êrîşên azmanî yên Rûsî gihişt 2943 êrîşan, tê de 3 dibistan û 14 nexweşxane, kargehek dermanan, û yek ya pêdiviyên xwarinê hatin armanckirin, û got ku rêjeya armanckirina derbên Rûsî ji Rêxistina Daişê re negihişt 6%, lê para mezin ji sivîlan û Artêşa Sûrî ya Azad bû, û hişyarî ji berdewamiya bumbebarankirina Rûsî û kuştina sivîlin bêtir da, ku wê ev yek bibe sedema pirbûna pêlên koçberiyê.
Xoce ji Cebhet El- Nusra xwest ku girêdana xwe bi Rêxistina El – Qa`ide re veke, bi taybet piştî ku ya dawî teqînên Malî xistin sukra xwe de, di demekê de ku operasyonên tirorist li Tirkî, Libnan, û Firensa çê bûn, û ji hemû yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad xwest ku rêça niştimanî ya ku şoreşê destpê kir bigrin, û tekez kir ku Artêşa Sûra ya Azad tirorê bi hemû cureyên wê qebûl nake.
Xoce lixwegirtina Hevbendiyê ji çareya siyasî re li gor nerînên Cinêvê nû kir, û tekez kir ku çi çareya siyasî li Sûryayê nabe ku di bin siya hebûna Beşarê Esed û hevalbendên wî be.
Xoce vexwendina amadebûna kongirekî li Riyad ku ji Hevbendiyê re hatiye ragihand, û kêfxweşiya xwe bo rola ku Erebistana Siûdî di pêkanîna xwestekên milletê Sûrî de dileyze ragihand, û berdewam kir ku wê Hevbendî li ser biserketina kongir û têkilya bi saziyên şoreşê û rêxistinên Civaka Sivîl re kar bike.
Jêder: Hevbendî