Duhî roja yekşemê li bajarê Istembolê hejmarek ji kesayetiyên opozisyona Sûriyê Şepêla “Siberoja Sûriyê” ragihand , bi rêka lidarxistina civînekê ku du rojan berdewam kir û di vekirina wê de heryek ji Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Xalid Xoca û cîgirê wî Mistefa Oso û sikirtêrê giştî Yihiya Mektebî amade bûn.
Xoca hêvî xwest ku Şepêl li tenişta hêzên din yên şoreş û opozisyona Sûriyê bi rola xwe rabe, ku bibe fakter bo bihêzkirina helwesta Şoreşê ber bi dabînkirina seqamgêriyê û derbaskirina doxa ajawegeriyê li welat ya bi sedema rêjîma Esed û terorê peyd bûye.
Şepêlê di daxuyaniya xwe ya dawî de, berpirsyariya wêrankirin û xirabûna rewşa welat xist di stûyê rêjîma Esed û desthiladariya wî de, û tekez kir ku di serî de herdu di ber peydabûn û belavbûna çek û çekdaran de berpirs in, û herwiha di ber destêwrdana biyaniyan di sercem wirdekariyên welat de”.
Daxuyaniyê diyar kir ku “Esed tundutûjî bi sûrbûna xwe li ser çareseriya ewlekarî û leşkerî derbas kir, û herwiha ew berpirsyar bû di ber destpêkirina kiryarên tayîfegerî de yên ji encama tawankariyên wî yên tayîfegerî yên bi mebest çêbûn, ji bona em bigehêjin vê rewşa niha “.
Daxuyaniyê tekez kir ku Şepêl “li her hebûna biyaniyan li ser xaka Sûriyê wek dagîrkirinekî xuya û êşkere dibîne, çi ev hebûn bi rêka hêza leşkerî be, yan bi rêka pêşkêşkirina piştgiriyê bo van hêzên biyanî ji welat û xelka wî be, biyanî ji armancên Şoreşa wî û xwastên xelkê wî be”.
Herwiha cext kir ku “nabe her yekê çek hilgirtibe li hember zordariya Esed û tawankariyên wî bête peijrandin wek şoreşger, herwiha nabe Sûriya bibe navçeyên desthilatên bêserûberî û çekan, yan mîrgehên mîrên ceng û şeran, lewra divê şoreş di riya xwe ya durist re bimeşe , û pîvanên karê şoreşê bêne destnîşankirin, da ku bêne cudakirin ji karên tawankarî”.
Jêder:Hevbendî