Komeleya “Soz” ya Sûrî duhî roja yekşêmê 22/11/2015an saxkirina 55emîn salvegera şeweta Sînema Amadê li dar xist, bi sazkirna ahengekê li navçeya Beyrem Tepe li Istembolê li Tirkiyê bi amadebûna heryek ji Ferhad Şêx Bekir şîretkarê Wezareta Perewedeya Hikûmeta Sûriyê ya demkî û Bavê Helepçe nûnerê ENKSê.
Aheng bi peyva Komeleya Soz destpê kir ya ji aliyê Selma Akdax seroka Komeleyê hat pêşkêşkirin, û têde amaje kir ku bîranîna şewata Amûdê heman roja ragihandina damezrandina Komeleya Soz e.
Herwiha Bavê Helepça jî gotina ENKSê pêşkêş kir, û paşî belgefîlmek li ser şewata Sînema Amûdê hat pêşandan, herwiha kurteşanoyek li ser ketwara xelkê Sûriyê û tirajîdiyên wan li penaberiyê ji aliyê Reyan Ehmed zaroka xwendingeha Soz hat pêşkêşkirin, û Helbestvan Ebudulletîf Elhuseynî gotinek û helebestek pêşkêş kirin, û Ehmed Xelîl gotina mamostayên xwendingeha Soz pêşkêş kir.
Li dawiya ahingê xuncên xwendingehê yên serkeftî û jidayîkbûyên heyva yazdehan hatin xelatkirin û diyarî li ser wan hatin dabeşkirin.
Jêder : Hevbendî